Read Refet: Tirkiye sala 2021 hewldanên dagirkirinê zêdetir bike

Berdevkê Dezgeha Standart a Lêkolîn û Ragihandinê Read Refet ragihand: “Rewşa Başûrê Kurdistanê di rewşek metirsîdar de ye û Tirkiye di sala 2021’an de wê hemû hewldanên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê zêdetir bike.”

Dezgeha Standart a Lêkolîn û Ragihandinê, navendek taybet e ji bo lêkolîna mijarên siyasî, heya niha çend panel û û lêkolîn derbarê pirsgirêkên siyasî yên li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê pêk aniye. Berdevkê wê dezgehê li ser rewşa Başûrê Kurdistanê, krîza darayî, pirsgirêka di navbera Bexda û Herêm û metirsiya dagirkeriya Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

Refet di destpêka axaftinên xwe de bal kişande ser rewşa xirab a Herêma Kurdistanê û wiha got: “Em wisa dizanin ku Herêma Kurdistanê ji niha ve ji rewşeke hesas re derbas dibe, bi taybetî di aliyê siyasî, ewlekarî û aborî de ku wê ev krîzane sala 2021’an hîn zêdetir dijwar bibin. Bi taybetî ku Tirkiye çavê xwe berdaye xaka Başûrê Kurdistanê ji bo hîn zêdetir pêgehê xwe xurt bike, bi taybetî li navçeyên Şengal û Mexmûrê.”

HUKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ DI REWŞEKE HESAS Û DIJWAR DE YE

Refet li ser mijara xirabiya rewşa herêma Kurdistanê û krîza petrolê nêrîn da û diyar kir, “Hukumeta Herêma Kurdistanê di aliyê aborî de petrolê difroşe lê dahata wê ne diyar e. Niha jî Hukumeta Herêmê xwe deyndar nîşan dide. Ew petrola Herêma Kurdistanê sûdek xwe ya ji bo gel nebûye û hukumetê jî nekariye li hemberî hukumeta Iraqê petrolê bike kartek ya zextê da ku li hevkirinê pê re çêbike. Ji ber wê Hukumeta Herêma Kurdistanê ji niha ve di aliyê siyasî, aborî, leşkerî û ewlekarî de ji rewşeke hesas û dijwar derbas dibe.”

TIRKIYE DEST DANIYE SER PETROLA HERÊMA KURDISTANÊ

Refet herwiha bal kişande ser mijara radestnekirina petrola Herêma Kurdistanê ya ji hukumeta Iraqê re û wiha pêde çû: “Du sedem hene ku hukumeta Herêma Kurdistanê naxwaze petrolê radestê hukumeta Iraqê bike. Sedema yekem ev e ku petrola Herêma Kurdistanê di destê Hukumeta Herêma Kurdistanê de nemaye, ji ber ku di destê Tirkiyê de ye û ew biryar dide bê ka ji kê û bi çendê bê frotin. Sedema din jî ew e ku eger petrolê radestê şîrketa Somoy a Iraqê bikin wê çaxê derfetê gendeliyê ji bo berpirsên mezin ên Hukumeta Herêma Kurdistanê kêm dibe.”

HUKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ JI ALIYÊ SIYASÎ Û GEL LEWAZ BÛYE

Refet derbarê çawatiya sekinandina li hemberî dagirkeriyê û rizgarkirina Başûrê Kudistanê ji vê rewşa dijwar ya heyî got, “Desthilatiya Hukumeta Herêma Kurdistanê di aliyê siyasî û gel de lewaz bûye, bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê bi giştî ji vê desthilatiya heyî ya hukumeta Herêma Kurdistanê aciz û bêzar e. Ji ber ku Hukumeta Herêma Kurdistanê nekariye derfetê debara jiyanî ya welatiyan ava bike û roj bi roj barê debarî ya welatiyan zehmettir dike. Ji ber wê jî pêwîste Hukumeta Herêma Kurdistanê bi Hukumeta Iraqê re li ser mijarên aborî, siyasî û ewlekarî li hevkirineke her alî û demdirêj çêbike. Wê demê Herêma Kurdistanê wê geşe bigre û li hemberî dagirkeriyê jî wê parastîtir bibe.”

TIRKIYE NIHA BÊYÎ DESTÛR XAKA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR KIRIYE

Read Refet wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Dema Hukumetên Herêm û Iraq di aliyê aborî û leşkerî de li hev bikin, wê çaxê welatên herêmî nikarin weke berê destwerdan bikin.''