Razmûhî: Ji bo şoreşa Rojava em ê ji berdêldanê nerevin

Endama Konseya Giştî ya KBDH’ê Hîvron Razmûhî diyar kir ku êrîşên dagirker ên li ser Rojava tê wateya êrîşên li ser jinan û jiyana wekhev.

Endama Konseya Giştî ya KBDH’ê û nûnera MLKP/KKO’yê Hîvron Razmûhî bang li hemû jinan kir ku lî li şoreşa Rojava derkevin.

Razmûhî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan daxuyanî. Razmûhî diyar kir ku ji Slava heta Arîn, Sarya, Avaşîn, Raperîn, Destan, Ceren Guneş, Aynûr Ada dîrokeke berxwedanê heye û bal kişand ser vî tiştî ku ew ê heta dawiyê şoreşa jinan a Rojava biparêzin. Razmûhî got ku “Axa ku hatiye dagirkirin, axa me ye, vê şoreşa ku dixwazin bixeniqînin şoreşa me ye. Ji ber vê jî em ê destûrê nedin van êrîşan.”

MÎRATEYA WAN RÊBER E

Razmûhî diyar kir ku ew ê mîrateya têkoşîna şoreşa jinan bi vîn û îrade bilintir bikin û got ku “Em ê biryardarî, çalakiyên wan ên bi culhet, îradeya wan a şer, rêhevaltiya wan a jinan ji xwe re bikin rêber û em ê li hemberî pergala kapîtalîst a mêrserwer şer bikin. Ji ber ku şoreşa Rojava jehrkuja pergalên mêrserwer e. Şoreşa jinan a Rojava, jehrkuja zayendparêzî, newekhevî û nijadperestiyê ye. Îro jinên bindest ên li cîhanê berê xwe dane şoreşa jinan a Rojava û ji wê derê îlhamê distînin. Ruhê şoreşa jinan a Rojava li Lubnan, Iraq, Fransa û Şîlîyê ye.”

YÊN KU ÇAVÊ XWE JI DAGIRKERIYÊ RE DIGIRIN EW JÎ BERPIRSYAR IN

Razmûhî diyar kir ku bi tenê AKP ne berpirsê vê qetlîamê ye û dewletên wekî DYE, Rûsya, Elmanya û Fransayê jî berpirsê vê dagirkeriyê ne. Razmûhî got ku “Divê gelên Rojava, dost û dijmin bizanibin ku tecrubeya me zêde ye. Yên ku qaşo biryara zextên li ser Tirkiyeyê distînin, tu carî nebûn dostê Rojava. Ev derewên wan deşîfre bûye. Ew hevkarê qetilkirina gelê me ne. Şoreşgerên ji neteweyên cihê û jinên komunîst em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê teqez dagirkeran têk bibin.”