Razemeniya AKP'ê ya ji bo Wanê: Girtîgeha bi 90 milyonî

Dewleta Tirk ku ji bilî girtîgeh û qereqolan tiştekî li Kurdistanê nake, li Wanê bi 90 milyonî girtîgeheke nû çêdike.

Hikumeta Wanê ku ji bo Wanê soza çêkirina metro, stadyûm, rêya hawirdorê û rêya peravê dabû, li şûna bicihanîna van sozan, yek ji girtîgehên herî mezin ên Tirkiyeyê li bajêr çêdike. Tevî ku li Wanê girtîgehên bi tîpên T, F, M, L û girtîgeha vekirî hene, Wezareta Edaletê li navçeya Erdîşê hîmê girtîgeheke nû danî ku maliyeta wê 90 milyon e.

Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez, Parlamenterên AKP'ê Abdûlahalat Arvas û Qeymeqamê Erdîşê li înşaeta girtîgeha nû geriyan û taybetmendiyên wê ji çapemeniyê re vegotin. Hate ragihandin ku berdêla girtîgeha Girtî û Vekirî ya bi Tîpa T a li Erdîşê 90 milyon TL ye. Li beşa vekirî ya girtîgehê 500 kes, li beşa girtî jî wê 760 kes li girtîgehê bên bicihkirin.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava bi bîr xist ku girtîgeh weke razemeniyeke mezin pêşkêşî gelê Wanê tê kirin û têkildarî vê rewşa trajîkomîk got, "Li Wanê girtîgehên bi tîpên F, T, L û M hene, lê tevî vê yekê girtîgeheke nû tê çêkirin. Ji bo mirovên me qadên kar bên amadekirin wê neçin înşaetên li rojava û ji ber êrişên nijadperestiyê nemirin. Lê belê AKP girtîgehan ji Kurdan re rewa dibîne. Vê yekê jî weke xizmetekê nîşan dide. Mizgîniya vê desthilatdariyê ya ku dide me, tenê girtîgeh e. Yan jî mizgîniya mirina mirovan e. Rabirdûya AKP'ê wiha bû, paşeroja wê jî wê wiha be."

Okkeş Kava anî ziman ku AKP bi çavê sûcdaran li Kurdan dinere û got, "Li welatan normal rêjeya sûc tê xistin, lê AKP ji ber ku vê nake, girtîgehan çêdike. Lewma wê di dema AKP'ê de hejmara girtîgehan zêde bibe. Ewqasî mirovan digire, ku hejmara girtîgehan zêde dike."