Rapora Otopsiyê ya Celîle Elalmiş ji malbatê tê veşartin

Malbata Celîle Elalmiş a ku hefteya bihurî hate kuştin, bi rojane li benda rapora otopsiyê ye, lê belê têkildarî ve raporê biryara 'veşariyê' hatiye dayin.

Li gundê Yukariocak ê navçeya Şemrex a Mêrdînê, ku wek 'herêma operasyonê' tê nîşanadn,  3'ê Îlonê jina bi navê Celîle Elalmiş bi guleyek ku nayê zanîn ji ku hatiye, jiyana xwe ji dest da. Elalmiş ku ji bêriyê dihat, bi guleyek li pêsîra wê ket jiyana xwe ji dest da. Elalmiş a 35 salî dayika 5 zarokan bû.

Tevî ku der barê mirina wê de lêpirsîn hate destpêkirin, hê gavek di vî warî de nehatiye avêtin. Malbat ji bo girtina rapora otopsiyê her roj diçe edliyeyê, lê belê dosya nîşanî wan nayê dayin.

Xizmên Elalmiş diyar kirin ku ew dixwazin demildest raporê bibînin û wiha pê de çûn: "Ev hefteyeke em her roj tên vir û diçin. Lê raporê nîşanê me nadin. Herî dawî me israr kir, dozgeriyê got biryara veşariyê li ser heye. Ma gelo çima biryara veşariyê didin ser. Armanca wan, nixumandina bûyerê ye. Ji bo em xwe bigihînin raporê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê destûrê nedin ku bûyer bê nixumandin. Em ê serî li ÎHD'ê bidin."