Rapora hovîtiya mêr a li Kurdistanê

Li Bakurê Kurdistanê di nava salekê de 42 jin hatin kuştin, 33 jinan dawî li jiyana xwe anîn, sedema mirina 35 jinan jî bi guman hate dîtin.

Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Amedê, rapora xwe ya têkildarî tundiya li jinê ya li Bakurê Kurdistanê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di navbera 25'ê Mijdara 2019'an û 25'ê Mijdara 2020'î de ji ber tundiya li nava malbatê û li qada civakî 42 jin hatin kuştin, 33 jinan dawî li jiyana xwe anîn û mirina 35 jinan jî gumanbar hate ragihandin.

ÎHD'ê diyar kir ku ev dane têkildarî bajarên Bakurê Kurdistanê ye, lê rewş ji bo tevahiya Tirkiyeyê hîn metirsîdar e.

BÎLANÇOYA HOVÎTIYA MÊR

Li gorî raporê bajarên ku jin lê hatin kuştin wiha ne:

AMED: 9
DÎLOK: 4
MEREŞ: 4
XARPÊT: 3
AGIRÎ: 3
MÊRDÎN: 3
ÇEWLIK: 2
QERS: 2
RIHA: 2
ERZÎROM: 2
ÊLIH: 2
WAN: 1
MÛŞ: 1
ŞIRNEX: 1
MELETÎ: 1
ERDEXAN: 1
ÎDIR: 1