Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ ji bo Yazici hatiye dayîn

Girtiyê nexweş Bişar Yazici ku di girtîgehê de rewşa wî giran bû û birin Amedê û jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin. Malbatê got ku ji ber rapora ‘’dikare di girtîgehê de bimîne’’ Bişar jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Yazici ku cenaze ji Saziya Tiba Edlî wergirt, diyar kir ku ji ber nexweşiya Yaziciz wan sê caran daxwaza berdanê kiriye, lê tevî nexweşiya wî ya têrnekirina fatereşkê û ATK’ê rapora ‘’dikare di girtîgehê de bimîne’’ daye.

Îrfan Yazici ku kekê Bişar Yazici ye, anî ziman ku birayê wî ji sala 2014’an ve nexweş bûye û wan gelek caran daxwaza berdanê kiriye û ji wê boneyê serî li nexweşxaneyên li Enqere, Stenbol û Wanê daye. Yazici bi dewamdarî bi lêv kir ku birayê wî mehek berê li Wanê çûye bal bijîşk û bijîşk, rapora ‘’dikare di girtîgehê de bimîne’’ daye û wiha bi axavtina xwe de çû: ‘’Hemû bijîşkan bi nexweşiya wî dizanî, bijîşkan digot ku fatereşka wî çûye, divê bi lezgînî yeke din bê neqilkirin. Paşê anîn vir û du hefte bûn ku li vir derman dibû. Tevî midaxeleya bijîşkan jiyana xwe ji dest da.’’

Yazici diyar kir ku giliyê ATK’ê û bijîşkên ku rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dane birayê wî, kirine. 

Ejder Yazici yê biraziyê girtiyê nexweş Bişar Yazici yê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku apê wî ji ber raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" jiyana xwe ji dest daye û da xuyakirin ku daxwazên wan ên ji bo berdana Yazici 3 caran hatine redkirin.