Rapora Şirnexê: Rewşa girtiyan ne baş e, divê tecrîd rabe

Di raporê de ku ji aliyê ÎHD, TÎHV, ŞTB û SES’ê ve têkildarî Girtîgeha Şirnexê hatî hazirkirin, ku têkilî 22 girtiyên di greva birçîbûnê de ne , hat diyarkirin ku rewşa çalakgeran xerab dibe, çalakger bi zehmetî radikevin, ji hiş dikevin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Şirnexê (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Navenda Referansê ya Cizîrê, Odeya Tabîban a Şirnxexê (ŞTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) têkildarî rewşa 3 jê jin 22 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û binpêkirina mafan, raporake tespîtê amade kirin û bi raya giştî re parve kirin.  
 
Di raporê de ku ji 4 rûpelan pêk tê, cih ji nameyan re jî hatiye veqetandin, ku ji aliyê çalakgeran ve hatine şandin û her wiha hin hevdîtinên bi dozgerê girtîgehê, midurê girtîgehê re û bi girtiyan re jî di raporê de cih digirin. Di destpêkê raporê de 13 nameyên ku ji aliyê çalakgeran ve ji ÎHD’ê re hatine şandin cih digirin. 
 
GIRTÎ: TECRÎD LI SER ME HATIYE DANÎN
 
Di raporê de pirsgirêkên ku di girtiyan de de cih digirin , wiha têne rêzkirin;
 
“* Mafên me yê aktîvîteyan ên heftê 10 saetan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye sînorkirin. Em nikarin bi hevalên xwe re yên li koxuşên deqeyek jî biaxivin. Bi vî awayî em di odeyên xwe de hatine tecrîdkirin. 
 
* Tedawiya hevalên me yên nexweş îhmal dikin.
 
* Ji aliyê rêveberiyê ve radyoya destan, ben, teşt û rûnivînên me yên ku em ji qantînê dikirin hatine desteserkirin.
 
*Aktîvîteyên mê yên mîna hobî, spor, atolye û karên destan hatine sînordarkirin.
 
* Bi rengekî hovane ser me seh dikin.
 
* Di nav hevalên me de yên ku cezayê wan kêmî salekê ye, yên alîr û nealîgir ji hev vediqetînin û li dijî prensîba wekheviyê ya lijneya çavdar tevdigerin.
 
* Talîmata têkildarî aktîvîteyan a wezaretê ya bi dîroka 04/02/2019  û bi hejmara 66708689-204.0800-E 324/18980 ku li ser serlêdana me hat şandin pêk nayê. 
 
HEVDÎNA DOZGER Û MIDURÊ GÎRTÎGEHÊ
 
Di raporê de têkildarî hevdîtina dozger û midurê girtîgehê tê gotin ku rewşa li girtîgehê bi wan re hatiye parvekirin û hatiye xwestin ku pirsgirêkên li girtîgehê bên çareserkirin. 
 
XWÎN JI ROVIYÊN ÇALAKGERAN DIÇE
 
Di beşa dawîn a raporê de jî cih dane hevdîtinên parêzeran ên bi girtiyan re. Di hevdîtinan de hatiye ragihandin ku çalakger gelekî li xwe şikandine, ji hiş dikevin, rajena wan zêde dibe, bi zehmetî radikevin, dilê wan li hev dikeve, xwîn ji roviyên wan diçe û ber çavê wan tarî dibe. Di berdewamê de jî tê diyarkirin ku çalakgerên bi navê Agît, Bîlîk, Ebûbekîr Neng, Salih Kûtlûk û Hakan Petekkya ku di navbera 16 û 31’ê Çileyê de ketine grevê rewşa wan a tenduristiyê xerab bûye.
 
DAXWAZA ÇARESERKIRINÊ
 
Her wiha tê ragihandin ku di hevdîtina 1’ê Gulanê de ji ber çalakiyeke ku li dar xistine,qerdiyanan provakasyon kirine û li ser 8 girtiyan lêpirsîna disîplînê hatiye destpêkirin. Ji ber vê yekê ji 1’ê Gulanê ve kîlo, tansîyon û şekirên çalakgeran nayên kontrolkirin. Dîsa tê gotin ku daxwaza guhertina koxûş û girtîgeh a girtiyan nayê qebûlkirin û dema sewqî nexweşxaneyê dikin pirsgirêkan dijîn. Di dawiya raporê de tê xwestin ku hemû pirsgirêk bêyî ku bi derengî were xistin, werin çareserkirin.