Rapora Şaxê Bedlîsê yê ÎHD'ê li ser Şehîdgeha Garzanê -NÛ BÛ

Şaxê Bedlîsê yê ÎHD'ê, li Goristana Garzanê ku 267 cenaze jê hatin derxistin lêkolîn kir. Komeleyê got, "Gor bi makîneyên kar hatine xerakirin."

Şaxê Bedlîsê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser 267 cenazeyên bêyî agahiya malbatan ji Goristana Garzanê ya li gundê Oleka Jor hatin derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê raporek amade kir.

Di raporê de hat ragihandin ku 24'ê Kanûna 2017'an li Şehîdgeha Garzanê lêkolîn hatiye kirin û hat gotin, "Li gorî îdîayên hatin weşandin; goristan hate xerakirin, cenaze bêyî agahî ji malbatan re were dayin hatin derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî ku malbatekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da, raya giştî bi bûyerê hesiya. Bi rengekî nivîskî serî li komeleya me hate dayin ku rewşê lêkolîn bike. Me jî, ji bo lêkolînkirina li cihê bûyerê me serok û endamekî desteya rêveber a komeleyê wezîfedar kir."

Di raporê de hat destnîşankirin ku goristan bi makîneyên kar hatiye xerakirin û ev agahî hatin dayin:

"Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku goristana li nêzî gundê Oleka Jor bi makîneyên kar hatiye xerakirin, me dît ku hundirê goran vala ye, nivîs û sembolên li ser keviran hatine jêbirin, mermer hatine parçekirin. Hestiyên cenazeyan nehatin dîtin. Di dema vê lêkolînê de dîmenekî kin û wêne hatin kişandin."

Hat ragihandin ku heta niha 5 malbatan serî li komeleyê dane û ÎHD, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) tevlî pêvajoyê bûne.