Raperîna gelê Başûr: Jiyan li Kelarê sekinî!
Çalakiyên gelê Başûrê Kurdistanê yên li dijî rêveberiyê dewam dikin. Li navçeya Kelarê ya Germiyanê, esnafan îro dikanên xwe venekirin.
Çalakiyên gelê Başûrê Kurdistanê yên li dijî rêveberiyê dewam dikin. Li navçeya Kelarê ya Germiyanê, esnafan îro dikanên xwe venekirin.
Li navçeya Kelarê ya Germiyanê, li dijî polîtîka û gendeliya hikumeta Başûrê Kurdistanê karker û karmendan dest ji kar berdan, esnafan dikanên xwe venekirin û firoşkar jî neçûn bazarê.
Welatî dixwazin bersiv ji daxwazên wan re bê dayin û dibêjin, wê çalakiyên xwe ji niha û pê ve jî bidomînin.
Hat ragihandin, eger hikumet bersivê nede daxwazên gel wê çalakiya destberdana ji kar a li Kelarê dest pê kir veguhere greva giştî.