Ragihandina PDK’ê dest bi nûçeyên direw kiriye

Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) tenê bi çavdêrî û hevkarîkirina dagirkeriya dewleta Tirk têr nabe, niha hewl dide bi rêya ragihandinê li dijî Tevgera Azadiya Kurd ketiya nava hewldanên direwan.

Li gorî ew belge û agahiyên di rojên borî ku li ser Partiya Demîkratî Kurdistan (PDK) çi li ser tevnên civakî û ajansên cuda cuda de derketin holê bi awayekî vekirî PDK li gel nobedariya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, teşkîlata Îstixbaratê ya Parastin li gel MÎT’a Tirk li Başûrê Kurdistanê bi taybet li dijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û aliyên li dijî dagirkeriyê radibin ketine nava liv û tevgerê.

DESTÊ PARASTIN Û MÎT’Ê DI ŞEHÎDKIRINA DIYAR XERÎB DE HEYE

Li gorî agahiyên Lekolîn.org belav kirî, PDK bi rêya teşkîlata Îstixbaratê ya Parastina li gel MÎT’ê hevkar kar dikin, di şehîdkirina endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb de destê wan heye.

PDK LEŞKERÊN TIRK ÊN DAGIRKER DIPARÊZIN, JI BO GERÎLA LI WAN NEDIN

PDK bi rêya pêşmergeyên girêdayî xwe leşkerên artêşa Tirk ên xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye diparêze û heman demê li dorî navendên wan xendekan dikolin. Her wiha ji bo parastina wan jî pêşmergeyan bikar tîne û dikin nobedarên wan ku ji bo gerîla li wan nedin.

RAGIHANDINA GIRÊDAYÎ PDK’Ê DEST BI DIREWAN KIRIYE

Partiya Demokratî Kurdistan a bi van hemû kiryaran têr nabe, niha jî bi rêya ragihandina girêdayî xwe dest bi agahî û nûçeyên direw ên derveyî rastiyê ya di serî de li dijî PKK’ê û hemû aliyên li dijî dagirkeriyê têkoşîn dikin, belav dikin. Bi van kiryaran xizmeta dagirkerî û tevgera azadî û şoreşa Kurdistanê reş dike.

BI RAGIHANDINÊ DIXWAZIN DAGIRKERIYÊ REWA NÎŞAN BIDIN

Hewl dide bi rêya ragihandinê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rewa nîşan bide. PDK bi rêya ragihandin ku bi pereyên ji gel didizin û weşanê dikin bikar tîne. Hêjayî bibîrxistinê ye dema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê dîktator Erdogan yek ji wan kesê herî zêde li dijî vê rabû û ji bo pêknehatina referandûmê ketibûn nava hewldanan. Niha jî PDK bi wan re di nava têkiliyan de ne.