Qurbaniyên Komkujiya Roboskî hatin bîranîn

Kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî ku di 28'ê Kanûna 2011'an de bi balafirên şer ên Tirk hate kirin û 34 kesan jiyana xwe ji dest dan li gundê Roboskî merasîmeke bîranînê pêk hat.

Ji bilî malbatên qurbaniyên komkujiya Roboskî Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Oya Ersoy û Erol Katircioglû, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari, Remziye Tosûn, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn Şirnex, Amed û Sêrtê gelek kes tevlî bûn.

Heyeta ku bi konvoyeke dirêj bi rê ket li hin nuqteyên polîsan hate dorpêçkirin. Heyet piştî nuqteyên kontrolê yên polîsan gihîşt gund û li pêşiya gund jî ji aliyê tank û wesayitên zirxî ve hatin pêşwazîkirin. Heyet di bin dorpêçiya leşkerî de çû Goristana Şehîdgeha Roboskî cihê bîranînê. Li goristanê jî ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê dua hate kirin.

ENCU: KUJER SERKÊŞÊ DEWLETÊ YE

Parlamenterê HDP'ê yê berê yê Şirnexê Ferhat Encu li bîranînê axivî û destnîşan kir, ji ber ku yên fermana komkujiyê dan niha serkÂeşê dewletê ne kes ji ber komkujiyê nayên darizandin.

Encu got, "Ji bo careke din komkujiyên mîna Roboskî rû nedin me dest bi berxwedanê kir. Ji bo careke din li Kurditsanê zarokên me neyên qetilkirin em têkoşiyan. Lê belê di nava 8 salan de li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê bi sedan mirovên me hatin kuştin.

Cenazeyên me bi rojan li kolanan hatin hiştin. Em baş zanin ku yên fermana vê yekê dan kî ne. Êşa me hîn teze ye. Li ser dayikên me hîn kincên reş hene. Laçikên spî yên sembola aştiyê girê didn."

Encu destnîşan kir ku divê her kes zanbe têkoşîna Roboskî wê dewam bike û kêliyekê jî wê li Kurdistanê ve têkoşîn bi dawî nebe.

KOÇYÎGÎT: EGER HÛN KURD BIN, NE GIRÎNG E KU HÛN JIN IN AN JÎ ZAROK IN

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser hewldanên ji bo nixumandina komkujiya Roboskî û got, "Li vê cografyayê eger hûn Kurd bin ne girîng e ku hûn zarok an jî jin in. Roboskî ew devere ku bombe lê bariya. Eger ji AKP'ê heye ku wê ev yek jê re bimîne, hingî xwe dixapîne."

GUVEN: EM JI DAYIKAN LÊBORÎNA XWE DIXWAZIN

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku şîna li Roboskî li tevahiya Kurdistanê ye û got, "Bi sedan sal in li dijî Kurdan ev polîtîka tê meşandin." Guven diyar kir ku ew ji dayikên Roboskî lêborînê dixwazin ji ber ku bi têrkerî nedan pey vê dozê û got, "8 sal derbas bûn, dayik hîn jî li pey doza xwe ne."

TEMELLÎ: BI DIJMINATIYA LI KURDAN HEWL DIDIN LI SER PIYAN BIMÎNIN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî herî dawî axivî û got, "Bi dijminatiya li Kurdan hewl didin bi zilmê û tundiyê li ser piyan bimînin. Her komkujiya ku kirin înkar kirin, lê belê înkarkirina komkujiya Roboskî ya herî bêexlaq bû. Yên ku hesabê vê komkujiya ku li pêş çavên her kesî kirin nadin, yên ku ji vê hesabpirsînê direvin bila zanibin ku wê teqez hesabê komkujiyê bidin."

Piştî axaftinan girseya gel qurnefîl danîn ser gorê qurbaniyên komkujiya Roboskî.