QSD: Qonaxa destpêkê ya pêngavê bi dawî bû

QSD'ê ragihand ku qonaxa destpêkê ya pêngava wan a li dijî DAÎŞ'ê bi dawî bûye, qadeke bi rêjahiya ji 175 kîlometreyî û firehiya 60 kîlometreyî hatiye paqijkirin, 110 kes hatine destgîrkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî pêngava xwe ya li dijî hucreyên DAÎŞ'ê daxuyaniyek da.

Berdevka Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Lîlwa Abdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku pêngavê 4'ê Hezîrana 2020'an ji başûrê Hesekê heta herêma Deşîşa ya sînorê Iraqê û ji herêma Baxozê heta bejahiya Dêra Zorê li qadeke berfireh hatiye meşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Qonaxa destpêkê ya pêngavê 10'ê Hezîranê bi dawî bû.

Bi koordînasyona leşkerî di navbera hêzên me û hikûmeta Iraqê de û bi beşdarbûna hêzên Koalisyonê ji bo peydakirina ewlehiya herêmên sînor û parastina aramiya navxweyî, parastina jiyana niştecihan ji êrişên şaneyên DAÎŞ'ê ku di demên dawîn de zêde bûne, hêzên me nêzî 175 km bi dirêjahî û 60 km bi kûrahî paqij kir û di nav de zêdetirî 150 gund û bexçe.

Hêzên Komandos û Koalisyonê girtin ser 65 bargeh şaneyên DAÎŞ'ê. Di encama operasyon û paqijkirinê de hêzên me 110 terorîst û kesên ku gumana têkiliyên bi şaneyan re li ser wan hene, girt.

Her wiha hêzên me miqdareke çekên cûda di nav de demance, madeyên teqemenî û miqdareke mezin ji madeyên teqemenî ku li ser destan hatibû çêkirin, girt.

Di operasyenekê de tîmek ji hêzên me ratî şaneyekê hat û hêzên me rewş xistin bin serweriya xwe de.

Tu zerar di nava hêzên me de çênebûye."