QSD'ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
QSD'ê ragihand ku 2 şervanên wan ji ber krîza dil şehîd bûne.
QSD'ê ragihand ku 2 şervanên wan ji ber krîza dil şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şehadeta 2 şervanên xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi vî rengî ye:
"Têkoşerên gelê xwe û dilsozên şehîdên xwe, hevrê Henîf Kobanê (Henîf Ehmed Nebî) û Mistefa Îbrahîm Terbûş (Mistefa Îbrahîm Terbûş) dema erk û mîsyonên xwe yên şoreşgerî bi cih dianîn, di encama nexweşiyên giran de şehîd bûn. Her du têkoşerên dilsoz piştî rêwîtiyeke dirêj a têkoşînê ya ji destpêka 19’ê Tîrmeha 2012’an ve ya di nava refên şoreşê de navên xwe xistinn lîsteya nemiran.
Hevrê Henîf Kobanê (Henîf Ehmed Nebî) ji malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîn û berxwedana neteweyî ye. Hevrê Henîf Kobanê bi xwe di şoreşê de sê şehîd daye û hîna endamên malbata wî di nav refên şoreşê de têkoşînê dikin.
Hevrê Henîf ku ji destpêka damezirandinê ve tev li refên hêzên me bû, roleke mezin di tevlêkirina bi dehan ciwanan nava hêzên leşkerî yên ji gelê herêmê de lîst. Her wiha çavdêrî li perwerdekirin û belavkirina şervanan a li yekîneyan kir û rihê têkoşînê de di wan de da avakirn.
Hevrê Henîf piştî ku gelek perwerdeyên siyasî û leşkerî yên kûr û berfireh dîtin, pêşketineke şênber di aliyê zanistî û fikirî de bi dest xist. Pisporiyên leşkerî di warê şer, taktîkên leşkerî, amadekirin û rêvebirina hêzan di rewşên şeran de bi dest xist.
Hevrê Henîf bi giyanê xwe yê bilind ê rêhevaltî û welatparêziyê dihat naskirin. Di tevahiya dema xwe ya di nav refên şoreşê de, coş û wêrekiya xwe ya di têkoşînê de winda nekirin. Ezmûnek berfireh berhev kir ku gihîşt asta profesyonelîzmê. Piştre cihê xwe di xebata dîplomasiya leşkerî de girtin. Demeke dirêj li Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Herêma Firatê kar û xebat da meşandin. Di vî karî de gelek serkeftin pêk anîn ku tevahî hevalên pê re şahidiyê dikin. Hevrê Henîf biryarên di cih de dida, bi kesayetek bi sebir, şehrezayî û ezmûna xwe ya civakî di rêvebirin û çareserkirina hemû pirsgirêk û nakokiyên eşîrî de dihat naskirin. Çi pirsigrêk an nakokî ku mudaxleyî wan dikir, çareser dikir. Mohra xwe li xebata Nivîsgeha Têkiliyên Giştî hişt, şehadeta wî windahiyek mezin e.
Hevrêyê me Mistefa Îbrahîm Terbûş, jî ji malbateke welatparêz e ku di şoreşê de gelek şehîd dane (birayekî şehîd û du biraziyên wî). Tevî temenê xwe yê mezin di destpêka şoreşê de dudilî nekir ku bi hemû hêz û coşa xwe tevlî hêzên me bibe.
Hevrêyê me Mistefa beşdarî hemû qonaxên şoreşê bû. Beşdarbûna wî ya di berxwedana Kobanê (2014’an) de qonaxek girîng di dîroka berxwedan û têkoşîna wî de çêkir, ku di wê demê de serkeftinên mezin bi dest xist, ji bo hevalên xwe yên şervan bû mînakek. Bi avakirina ezmûn û jêhatîbûnên ku wî di berxwedana Kobanê de bi dest xist, kesayetiya xwe pêş xist û beşdarî gelek pêngavên rizgarkirinê wekî Serêkaniyê (2015), pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarê wê (2016) bû.
Hevrê me Mistafa bi xwezaya xwe ya nerm û exlaqê xwe yê baş bi hemû hevalên xwe re dihat naskirin. Ew nêzîkî wan bû û cudahî ne dixist di navbera wan de. Ji ber temenê xwe yê mezin û hişyariya xwe ji aliyê hemû hevalên xwe ve bi rêz û qîmet dihat dîtin. Hevrê Mistefa ji bo hevalên xwe jî mîna birayekî mezin, bavekî û hevalekî bû ku di piraniya mijarên têkildarî wan de şîret dida wan, bi ruhekî hevaltiyê dixwest pirsgirêkên wan çareser bike.
Hevrê Mistefa di şer û berxwedanê de qet coş û wêrekiya xwe winda nekir. Her tim li eniyên pêş bi lehengî şer dikir û moral dida hevalên xwe. Heta kêliyên xwe yên dawî baweriya xwe bi serkeftina şoreşê û avakirina welatekî ewle û aram ji dest neda.
Em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên her du şehîdan û ji tevahiya malbatên şehîdan re dixwazin. Em di meşa xwe ya hildana ala wan a têkoşînê de berdewam in, heta ku xeyal û hêviyên wan ên azadî, edalet, jiyaneke bi rûmet li welatekî demokratîk a pirrengî bi cih werin."
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nasnav: Henîf Kobanê
Nav û paşnav: Henîf Nebî
Navê dayikê: Hewa
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, Nexweşxaneya Şehîd Xebat, 8 Hezîran 2025, (ji ber nexweşiya dil)
Nasnav: Mistefa Terbûş
Nav û paşnav: Mistefa Terbûş
Navê dayikê: Eroc
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka şehadetê: Şam, 8 Hezîran 2025 (ji ber nexweşiya dil).