Qirkirina siyasî ya li dijî KCD'ê: Biryara girtina 101 kesî dan

Dozgeriya Tirk, di lêpirsîna dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de biryar da ku 101 kes bên girtin. Gelek kes heta niha hatine destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dest bi operasyonên qirkirina siyasî kir. Îro serê sibehê gelek kes hatin destgîrkirin. Piraniya wan parêzer têkildarî 101 kesî jî biryara girtinê hate dayin. Li Amed, Şirnex û Semsûrê operasyon hatin kirin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de 19 ji wan parêzer heta niha bi dehan kes hatine destgîrkirin.

KESÊN HATIN DESTGÎRKIRIN

Navê çend ji kesên hatine destgîrkirin wiha ne:

"Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Bunyamîn Şeker, Abdûlkadîr Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, Îmran Gokdere, Diyar Çetedîr, Serdar Ozer, Ferîde Laçîn, Gevriye Atli, Resûl Tamûr, Cemîle Tûrahlli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrîm Bariş Baran, Neşet Gîrasûn, Sedat Aydin, Şivan Cemîl Ozen, Serokê ÎHD'ê yê Semsûrê Parêzer Bulent Temel, Mahsûm Bati û rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî Hikumxwaran a MED (TUHAD-FED) Diyar Dîlek Ozer, endama federasyonê Leyla Ayaz, endamê Konseya Navendî yê berê yê TTB'ê Şehmûs Gokalp, endamê DÎVES'ê Suleyman Okûr, endamê Meclîsa Şaredariya Baglarê Panayir Çelîk, hevserokê berê yê GOÇ-DER a Amedê Yilmaz Kan, rêveberê berê yê HDP'ê yê Amedê Îlhamî Yurek, endamê SES'ê yê ji kar hate dûrxistin Umît Çetîner, endamê HABER-SEN'ê Mehmet Kaçar, Plansazê Bajêr Haknaz Sadak û Edîtora Jinnewsê Roza Metîna."