Qirkirina siyasî: Destgîrkirî îfadeyê didin

Kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin li emniyetê îfadeyê didin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de biryar da ku 101 kes bên girtin.

Polîsên Tirk li Amed, Stenbol, Îzmîr û Stenbolê avêtin ser malan û 32 ji wan parêzer heta niha 72 kes destgîr kirine. Ji kesên ku biryara girtina wan hatiye dayin 4 kes ji ber ku di karantînaya vîrûsa koronayê de ne, nehatin destgîrkirin.

BAHANEYA DESTGÎRKIRINÊ

Lîsteya parêzerên ku li bajar û navçeyan di hilbijartinên xwecihî û giştî de kar kiribûn li avahiya KCD'ê hate dîtin, weke hinceta destgîrkirinê hate nîşandan. Mijareke din ku parêzer pê tên sûcdakririn ew e ku endamên Komeleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê (MHD) bûn ku bi biryarnameyê ew komele hatibû girtin.