Qirkirina siyasî: 44 kes sewqî edliyeyê kirin

Edîtora Jinnews Roza Metîna jî di nav de 44 kesên ku hatibûn destgîrkirin sewqî edliyeyê kirin.

Li Amedê di 20’ê mijdarê de di çarçoveya lêpirsîna li ser KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara destgîrkirinê hatibû derxistin. 24 jê parêzer 72 kes hatibûn destgîrkirin. Di heman rojê de parêzer hatin berdan. Yên mayî jî li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihatin ragirtin.

Hat zanîn ku li Miduriyeta Polîsan piştî îfade hatine girtin 6 kesên din jî roja Şemiyê hatine berdan.

Edîtora Beşa Kurdî ya JinNewsê Roza Metîna jî di nav de 44 kesên li Miduriyetê îfadeyên wan bi dawî bû, sewqî edliyê hatin kirin. Li edliyê kar û barê îfade dayînê didome.

Li aliyê din Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya ku bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeha cezayê sulhê hat kirin, serbest hat berdan.