Qeyûmê Nisêbînê gel ceza dike

Li Nisêbîna Mêrdînê ji ber binesaziya kêm a navçeyê payîz ji bo gel dibe êşkence.

Li Nisêbîna Mêrdînê ji ber barana payizê, binesazî têk diçe. Bi baranê re li ser rêyan kort çêdibin û av di van kortan de kom dibe.

Qeyûmê şaredariya Nisêbînê rêyan çênake û gel ceza dike û dema ku gel serî li wan dide jî dibêje ‘Ma me çêkir?’

Li hin kolanan ne mirov û ne jî wesayît nikarin derbas bibin. Jinan nerazîbûn nîşanî kort û heriya li kolanan da.

‘HAVÎNÊ TOZ, ZIVISTANÊ JÎ HERÎ HEYE’

Hayriye Akar a li Taxa Barişê diyar kir ku havînê di nav tozê de û zivistanê jî di nav heriyê de dimînin û got: ”Zivistanê tiştek namîne ku nayê serê me. Ji ber kolanan em ji malên xwe dernakevin. Kolanan çênakin lê diçin elektrîkê dixin bin erdê.Ev kolan havînan di nav tozê de dimîne û zivistanê jî di nav heriyê de. Em li bajarê xwe rezîl dibin.”

Remziye Ateş a li heman taxê jî got: “Li vê derê tiştekî ku ji me re lazim be, çênakin. Çi ne lazim be, wê çêdikin. Zarok ne havînê û ne jî zivistanê nikarin li van kolanan ji xwe re bilîzin. Dema baran dibare, heta em digihêjin mala xwe, em perîşan dibin.”

Aysel Kardeş a li heman taxê jî ev anî ziman: “Ji xeynî xisarê, me tiştek ji vê dewletê nedîtiye. Ma em ne mirov in? Li gundan jî kolan ne wisa ne. Em bi salan in, di nav heriyê de ne.”

Semîre Şahîn jî diyar kir ku şaredarî tu xizmetê nake û got: “Em li malê 15 kes in û hemû jî bêkar in. Em hemû îro ji nav vê heriyê derbas bûn. Şaredarî nayê tiştekî nake. Dema em diçin şaredariyê em dibêjin van deran çêkin jî, ew dibêjin ‘Ma me çêkir’. Heta îro tu xizmet nekirin. Êdî bes e.”