Qeyyûmê Geverê darên 30 salî rakir
Qeyyûmê ku şaredariya Gevera Colemêrgê desteser kiribû, darên 30 salî ji kokê rakir.
Qeyyûmê ku şaredariya Gevera Colemêrgê desteser kiribû, darên 30 salî ji kokê rakir.
Peywirdarên şaredariya Geverê li ser fermana qeyyûm darên li ser rêya Cengîz Topel ji kokê rakir. Darên 30 salî ji kokê hatin rakirin.
Hevşaredarê Geverê yê HDP’yî Îrfan Sari yê ku peywira wî hatibû desteserkirin li ser twîtterê nerazîbûn nîşanî rewşê da û got “Qeyyûm heyfa 31’ê Adarê bi rakirina darên li sûkê stend.”