Qeyûmê qesrê gefa 'koçberkirinê' li gundiyan xwar

Qeymeqam û qeyûmê navçeya Sarayê Mehmet Halîs Aydin ku piştî erdhejê li gundan geriya, gef li gundiyan xwar ku wê bi zorê bidin koçberkirin.

Li Wanê 25'ê Hezîrana 2020'an bi tundiya 5.9 pileyî erd hejiya bû û gelek wargeh hilweşiya bûn. Di nava vê de gundê Nezrava yê taxa Baltepe ya Sarayê jî hebû.

Tîmên AFAD û Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) piştî erdhejê hatin gundik, lê îdîa kirin ku "xisareke mezin li gund nebûye" û tenê çend kon hiştin û çûn.

Piştî 15 rojan bi ser erdhejê re qeyûm û qeymeqamê desthilatdariya AKP-MHP'ê Mehmet Halîs Aydin û amîrên saziya wî serdana taxa Nezrava kirin.

Gundiyan di dema serdanê de diyar kirin ku rayedar bi xemsarî nêzî gund dibin.

Qeyûm Mehmet Halîs Aydin li ser vê yekê got, "Zêdegaviyê nekin. Bi vî rengî bidome hûn ê gund biterikînin, naxwe em ê we biqewirînin."

Meleyê gund jî nerazîbûn nîşanî qeyûm da, li ser vê yekê parêzvanên qeyûm bi milê wî ve girtin û ew ji herêmê birin.

Balkêş e ku piştî gefên qeyûm li derdora gund tedbîrên leşkerî û polîsî hatin zêdekirin.