Qeyûmê li Wanê xwe li heywanan jî ranagire

Îbrahîm Taşyapan ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bû, biryar da kulûbeyên li parkan bên rakirin, ku Şaredariya DBP'yî ev kulûbe ji bo heywanên li derve xwe lê xwedî bikin, çêkiribû.

Waliyê Tirk Îbrahîm Taşyapan, piştî weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bû, Stargeha Jinan, Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Navenda Piştgiriya Perwerdeyê ya Şaredariyê girt. Vê yekê têra qeyûm Taşyapan nekir û vê carê jî biryar da kulûbeyên li parkan ên ji aliyê Şaredariya DBP'yî ve ji bo heywanên li derve xwe lê xwedî bikin hatine çêkirin, rake.

Ev kulûbe berî du salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatibûn çêkirin û şêniyên bajêr jî xwarin datanîn nava van kulûbeyan ji bo heywan bixwin.