Qeyûmê dagirker hemû malên şaredariyê firot

Qeyûmê ku Şaredariya Erdîşê dagir kirî, hem şaredarî bi milyonan lîre deyndar kir û hem jî malên şaredariyê firot.

Qeyûmên ku bi fermana  AKP'ê Şaredariyên Kurdistanê dagir kirin, dest bi firotina malên şaredariyan kirin û deynekî giran li şaredariyan bar kirin. Qeyûmê Şaredariya Erdîşê di 2 salan de bi milyonan lîre deyn li şaredariyê bar kir û xeyrî menkûlên şaredariyê firot.

Qeyûm Şaredariya Erdîşê kire qereqol, derdora wê bi dîwarên bilind pêça û ji gel re girt. Mirovên ku diçine şaredariyê ser wan tê sehkirin, lêpirsîna wan tê kirin. Qeyûm Mehmet Şîrîn Yaşar di demeke kurt de hemû malên hilnegir ên şaredariyê di demeke kurt de firot.

DEYNEKÎ ZÊDE LI ŞAREDARIYÊ KIR

Qeyûmê dagirker ersaya Bazara Pênîr a li navenda bajêr pir bi erzanî firot. Erseya ku bihayê wê 3 milyon lîre bû da bi 300 hezarî. Her wiha 6 donim ersa ya li Taxa Qijlê ya Şaredariyê jî bi erzanî hate firotin. Li şûna qeyûmê ku deynekî giran li şaredariyê kir û malên hilnegir ên şaredariyê firotî Nurî Mehmetbeyoglu hate danîn.

'DI HILBIJARTINÊN XWECIH ÊN 2019'AN DE EM Ê  QEYÛMAN BIŞÎNIN CIHÊN KU JÊ HATIN'

Qeyûm her wiha navend û taxên Erdîşê jî kirin kavil. Hemû kuçe û kolanên Erdîşê bûne kavil û herî. Gelê Erdîşê ev 2 sal in hesreta vexwarina avekê ye. Qeyûm gel mexdûr kir û gel li dij vê bi helwest e.
Gelê Erdîşê dibêje qeyûm vîna wan desteser kiriye, bi bîr xist ku hevşaredarên wan girtî ne, ji destpêkê ve ji qeyûm ne xweş in û gotin, ''Ji ber ku ne me ev qeyûm hilbijartine em naxwazin li vir bimînin. Em vîna xwe dixwazin. 2019'aan em ê di hilbijartinan de qeyûman bişînin cihên ku jê hatin.''