Qeyûmê AKP'ê, rêyên Colemêrgê ji çal û heriyê herimandiye

Qeyûmê AKP'ê ku ji roja dest daniye ser Şaredariya Colemêrgê û vir ve hemû xizmetên Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî sekinand, gelê Colemêrgê mehkûmî çal û heriyê kir.

Ji ber qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê bi cih bûye, navend û taxên Colemêrgê xera bûne.

Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî ku bi rêjeke bilind a zêdeyî 90 ji sedî hate hilbijartin, ji ber xizmeta xwe ya ji bo gel, bûbû hedefa dewletê û hikumeta AKP'ê. Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî di nava demeke kin de mohra xwe danîbû binê gelek xizmetan. Saziyên jin û ciwanan vekir û xizmeta da bi sedan jin û ciwanî. Bi rêya kursên şaredariyê, bi sedan mirov bûn xwedî pîşe. Bi karê xwe yê çand û hunerê, gelek zarok û ciwan ji kolanan rizgar kir û tevlî hunerê kir. Hemû kolanên li nava taxan asfalt kir û rê sererast kir. Gelek park û cihên şênkahî yên bêhndanê vekir. Şêniyên taxan 90 sal bûn bi hesreta ava paqij bûn. Şaredariyê ava paqij gihand taxan. Avahiya xizmetê ya şaredariyê ku her kes bi hêsanî diçûne serdana wê û pirsgirêkên xwe radigihand, mîna mala duyemîn a gelê Colemêrgê bû. Ev hemû kar û xizmet, bi tayînkirina qeyûm re sekinîn.

COLEMÊRG VEGUHERÎ BAJARÊ QEDEXEKIRÎ

Avahiya Şaredariya Colemêrgê bi tayînkirina qeyûm re veguherî qereqolê. Bi dehan polîs li nava avahiya şaredairyê hatin bicihkirin. Bi wesayitên zirxî dor li avahiya şaredariyê hatiye girtin. Ketina nava avahiyê li aliyekî, nepêkane ku mirov xwe nêzî wê bikin. Colemêrgê bi qeyûm re veguherî bajarekî qedexekirî. Her wiha bi destpêkirina baranê re bû derya heriyê. Ji ber xizmeta çal û heriyê ya qeyûm, welê li rêyên navîn û navberê, li rêyên tax û gundan hatiye ku kes nikare tê re biçe an jî bimeşe.

BI QEYÛM RE JIYAN ZEHMET BÛ

Ji ber heriyê, bi sedan xwendekar nikarin biçin dibistanê. Beşek ji xwendekaran jî ji ber çalên li ser rê û heriyê, bi zorê xwe digihînin dibistanê. Gelek malbat ji neçarî bi wesayitên taybet ên kirêkirî zarokên xwe dişînin dibistanê. Bi tayînkirina qeyûm re jiyana mirovan gelekî zehmet bû. Tevî desteserkirina şaredariyê, her wiha hemû karên ku ji aliyê Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî hatine kirin, tên betalkirin. Ev yek rê li ber nerazîbûna gelê Colemêrgê vedike.