Qeyûm û hevsera wî li Elbakê kêf kirine!

Hevsera qeyûm Asim Solak, Esra Solak ji bo Midûriyeta Şaxê Perwerdeya ya Elbakê hate tayînkirin. Asim Solak li pey rant û qirkirinê ye, hevsera wî ya ku naçe Şûbeyê jî bi karê AKP'ê ve mijûl e.

Di hilbijartinên dawî yên xwecihî de HDP'ê li navçeya Elbakê ya Wanê ji sedî 85 ê dengan stand û şaredarî bi dest xist. Lê belê hikumeta AKP-MHP'ê dest danî ser Şaredariya Elbakê û qeyûm lê danî. Qeymeqam Asim Solak piştî ku bû qeyûm yekser dest bi talanê kir. Hevsera qeyûm Esra Solak jî ji bo Midûriyeta Şaxê Perwerdeya Milî ya Elbakê hate tayînkirin.

WESAYITA MEQAMÊ Û XIZMETKARÊN WÊ!

Esra Solak ku ji roja hatiye Elbakê û vir ve neçûye karê xwe yê fermî, ji bo wê wesayita meqamê ya şaredariyê hate dayin. Her wiha 2 personelên şaredariyê jî ji bo xizmeta wê hatin wezîfedarkirin.

Esra Solak bi vê wesayita meqamê tevlî karên AKP'ê dibe. Her wiha di nava salekê de li Elbakê çar caran midûrê perwedeya milî hatin guhertin.

ŞEBEKEYA LI SER SÊ HÎMAN

Qeyûm Asim tevî Serokê AKP'ê yê Navçeyê Mûgdat Sarihan û sercerdevan Îskender Ertûş, navçeyê bi rê ve dibe. Şaredariya Elbakê bi saya vê yekê pereyan li personelên bankamatîk belav dike.

Personelên ku li ber vê rewşê radibin, li xezeba Sarihan û Ertûş rast tên. Îhaleyên şaredariyê jî têne pêşkêşkirin. Ev şebeke û 'muteahît' ya îhaleyan werdigire ya jî di bin navê 'derketinê' de xeracê ji yên îhaleyan bi dest dixin werdigirin.

PARKA AMEDÊ XERA KIR

Parka Amedê ku yekemîn parka Elbakê bû û sala 2012'an bi piştgiriyeke mezin a Hevşaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr hate çêkirin, bi fermana qeyûm hate hilweşandin û darên li nava parkê ji binî ve hatin rakirin.