Qeyûm û hevjîna wî Şaredariya Rêya Armûşê talan kirin

Qeyûmê li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê Îhsan Emre Aydin bi wesayiteke meqamê ya ji 3.5 milyonî digere. Hevjîna xwe jî xist nava karê projeyê yê Qeymeqamtiya navçeyê. Hevjîna qeyûm Cansû Aydin jî odeya xwe ya meqamê bi pereyê şaredariyê çêkir.

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ku di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an de kete destê HDP'ê lê belê Wezareta Karên Hundir qeyûm lê bi cih kir, nelirêtî û torpîl gihîştiye asta herî bilind. Qeyûm Îhsan Emre Aydin ku par li şûna qeyûm Sînan Aslan hate bicihkirin, weke karê destpêkê maeşê xwe zêde kir. Maeşên du karên din ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li maeşê xwe yê qeymeqamtî û qeyûmtiyê zêde kir û maeşê xwe bi giştî kir 72 hezar TL.

WESAYITA JI 3.5 MILYONÎ

Qeyûm Îhsan Emre Aydin qîma xwe bi vê jî neanî û Şîrketa Karên Xizmet û Paqijiyê ya Giştî ku îhale ji şaredariyê standiye, wesayiteke bi marka Volvo ya bi modela dawî ya bi rengê reş a bi 3.5 milyon TL'î û bi plaqa Îzmîrê da qeyûm Îhsan Emre Aydin. Qeyûm Aydin wesayita ji 3.5 milyonî hem weke wesayita ji bo karên fermî hem jî ji bo karên xwe yên taybet bi kar tîne. Wesayita luks a ji Îzmîrê hate anîn ne li şaredariyê ne jî li qeymeqamtiyê qeydkirî ne.

QEYÛM KAR Û ERK DA HEVJÎNA XWE

Qeyûm Îhsan Emre Aydin ku bi dilê xwe mesrefê dike, heman derfetê dide hevjîna xwe Cansû Aydin. Cansû Aydin ku pîşeyê xwe mamostetiya matematîkê ye, ji aliyê hevjînê xwe Îhsan Emre Aydin ve li karê projeyê yê Qeymeqamtiya li Rêya Armûşê tevlî kar hate kirin. Ji bo Cansû Aydin li avahiya Qeymeqamtiyê odeyek hate diyarkirin. Cansu Aydin ku pir caran pêwîstî bi çûyîna cihê kar nabîne, odeya xwe bi pereyê şaredariyê bi hevjînê xwe da çêkirin. Cansû Aydin dema ku hevjînê wê li avahiya qeymeqamtiyê nîne, ew şaredariyê birêve dibe.