Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Qeyûm qenala avdanê venekir

Li gundê Omerdag ê navçeya Elbakê ya Wanê, qenala avdanê ya 200 salî ji ber ku ji aliyê qeyûm ve nehate vekirin, gundiyan bi derfetên xwe vekirin.

Li gundê Omerdag ê ji 70 malbatî yê navçeya Elbak a Wanê, qenaleke avdanê heye ku temenê xwe 200 salî ye. Gundiyan ji bo vê qenala avdanê xwestin ku derdora wê bê betonkirin, lê belê serlêdana wan 30 salan bi cih nehate anîn. Yekemcar Şaredariya Bajarê Mezin a HDP'î dest bi vî karî kir, lê belê piştî ku qeyûm li şaredariyê hate danîn, ev kar jî rawestiya. Ji vê qenalê hem 12 hezar sewal avê vedixwin, hem jî zeviyên çandiniyê pê tê avdan. Gundî amadekariyan dikin ku ji nû ve serlêdanê bikin.

Gundiyan têkildarî mijarê nêrîna xwe anîn ziman û diyar kirin, di hilbijartinê de 98 ji sedî yê gundiyan dengê xwe dan HDP'ê, lewma niha qenala wan a avdanê nayê çêkirin. Gundiyan diyar kirin ku bi salan e ew daxwaznameyan ji Walîtî, Qeymeqamtî û Serokatiya Daîreyê ya Bajarê Mezin re dinivîsînin, rayedar ji wan re nabêjin 'Em nakin', lê belê bersivê nadin daxwaznameyên wan.

Gundiyan diyar kirin ku qenala avdanê ji bo wan gelekî girîng e û gotin, "Em zeviyên xwe bi rêya vê qenalê av didin. her sal em bi xwe sê rojan vedikin. Kepçeyan jî naşînin. Li gelek deverên qenalê beton hatiye rijandin, lê belê beşa li aliyê gundê me çênekirine. Qenaleke me ya ji 3 kîlometreyî heye. Li gundê me 98 ji sedî deng ji HDP'ê re diçe, lewma gundê me ji nedîtî ve tên."

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî diyar kir ku ji ber dengê ji HDP'ê re tê dayin demeke dirêj e ambargoyeke ku nav lê nehatiye kirin li ser gundiyan heye. Mûazzez Orhan got, "Bi desteserkirina şaredariyên me ya projeyên HDP'ê dikin ên xwe, yan jî betal dikin. Qeyûm nûnerê AKP'ê yê li qada xwecihî ye. Mirovên me tên cezakirin. Ji wan re dibêjin, 'eger tu ne alîgirê me be, xizmet ji te re nîne'."