Qeyûm li Îdirê polîtîkayên nijadperest xist meriyetê

Waliyê Îdirê Enver Unlu yê ku şaredariya Îdirê ya di destê HDP’ê de desteser kiribû, di nav karkerên şaredariyê de polîtîkaya nijadperest dike. Qeyûm şaredariya gel kiriye qereqol.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adara 2019’an de, li Îdirê di navbera HDP û partiyên bloka faşîst AKP, MHP, ÎYÎP’ê pêk hat. Partiyên nijadperest AKP, MHP û ÎYÎP’ê bi namzetekî hevpar ketin hilbijartinê lê di hilbijartinê de HDP bi ser ket.

Namzetê HDP’ê ji sedî 50,7 deng stend, namzetê hevpar ê AKP, MHP û ÎYÎP’ê jî ji sedî 46 deng stend. Bloka faşîst îtîrazî vê encamê kir û piştî îtîrazê HDP’ê dengê xwe zêde kir. Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk bûn hevşaredarên Îdirê.

Gelên li Îdirê ji HDP’ê kêfxweş bûn. Heta îro tevgera siyasî ya Kurdan li Îdirê aştî, edalet û xizmeta wekhev kir karê xwe yê yekemîn. Sozên beriya hilbijartinê bi cih hatin û di nava demeke kurt de gelek pirsgirêk çareser bûn.

JI PIŞTGIRIYA JI BO HDP’Ê TIRSIYAN

HDP’ê avahiya şaredariyê kir mala gel. Piştgirî û baweriya gel a ji bo HDP’ê roj bi roj zêdetir bû. Modela HDP’ê ya li Îdirê ji bo Tirkiyeyê dibû mînak. Hikumeta AKP û MHP’ê ji vê rewşê aciz bû û darbe li îradeya gelê li Îdirê kir. Şaredariya HDP’ê ya Îdirê hate desteserkirin, waliyê Îdirê Enver Unlu bû qeyyûm.

Qeyyûm Unlu dema şaredarî desteser kir, xebatkarên Kurd şand karên paqijiyê û hin midûrên li ser beşan ji peywirê stend û ji dêvila wan kesên nêzî AKP û MHP’ê peywirdar kir.

ŞAREDARÎ BÛ QEREQOL

Qeyûm midûrê beşa îmarê ji peywirê stend û kesekî nêzî AKP û MHP’ê peywirdar kir. Qeyyûm midûrê karê fenê û yê mûhasebeyê jî ji peywirê stend. Hin xebatkarên ku ji peywirê hatin stendin û ew şandin beşa çopê, li şûna wan jî polîs hatin peywirdarkirin. Şaredariya Îdirê ya di dema HDP’ê de ji gel re vekirîbû, bi wesayîtên zirxî dora wê hate girtin û bû qereqol.