Qeyûm keça xwe xist kar
Fazil Tamer, ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke Alîkarê Sekreterê Giştî hat tayînkirin, keça xwe li Şaredariya Rêya Armûşê, ku ew jî hatiye desteserkirin, bi cih kir.
Fazil Tamer, ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke Alîkarê Sekreterê Giştî hat tayînkirin, keça xwe li Şaredariya Rêya Armûşê, ku ew jî hatiye desteserkirin, bi cih kir.
Piştî ku Waliyê Tirk ên li Wanê Îbrahîm Taşyapan weke qeyûm dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Fazik Tamer jî kir Alîkarê Sekreterê Giştî. Derket holê, Tamer jî keça xwe Rumeysa Tamer li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê weke xebatkar bi cih kiriye. Li gorî agahiyan, Tamer ji bo keça xwe rica ji qeymeqamê Tirk Cemîl Ozturk ê bûye qeyûm kiriye û Ozturk jî keça Tamer xistiye karê çapemeniyê yê şaredariyê.