Qeyûm hewl dide Gola Sulukê ziwa bike

Qeyûmê AKP'ê yê dest daniye ser Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî, hewl dide Gola Sulukê ya li taxa Marzanê ziwa bike.

Qeyûmê ku dest daniye ser Şaredariya Colemêrgê, çav berdaye Gola Sulukê ku bi bedewiya xwe ya xwezayî cih û warê bi sedan celebên çûk, masî û zindiyên din e. Ji ber ax û xirbeyên li vê derê hatiye reşandin, gol li ber tinebûnê ye. Beşek ji golê jî bûye çirav. Xemla berê ya Gola Sulukê êdî winda bûye.

Gola Sulukê, ku li navenda bajarê Colemêrgê gola yekemîn e, li ber ziwabûnê ye. Ji ber ax û xirbeyê li golê hatiye reşandin, beşeke mezin a golê bûye çirav. Ev yek jî bi destûra karmendê Tirk ê ku weke qeyûm li şaredariyê hate bicihkirin, tê kirin. Ev gola ku şêniyên Colemêrgê di dawiya her hefteyê de li dora wê li hev dicivin û pîknîkê dikin, êdî ne mîna berê ye.

'HEWL DIDIN JI HOLÊ RAKIN'

Welatî dibêjin, gol li navenda bajêr yekemîn cihê ku welatî lê bêhnê vedidin e û vê nerazîbûnê nîşan didin: "Bi salan bi xwezaya me lîstin. Darên me rakirin, çemên me ziwa kirin. Niha jî çav berdana yekane gola li navenda bajêr û hewl didin ji holê rakin. Ev gol hem ji bo şêniyên Colemêrgê, hem jî ji bo zindiyên din gelekî girîng e. Li vê golê gelek zindî hene. Eger gol tine bibe, wê ev zindî jî tine bibin. Li pêş çavên me ji holê tê rakirin."

QEYÛM TENÊ ZERARÊ DIDE

Welatiyan destnîşan kirin, ku qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye bicihkirin, ji bilî zerarê tiştekî nade Colemêrgê, lewma ew jê ne bi hêvî ne û gotin, "Bar dikeve ser milê me. Em dizanin ku ev yek bi zanebûn tê kirin. Wê çaxê divê em jî xwedî li bajarê xwe derkevin. Eger em bi hev re helwestekê nîşan bidin, wê kes nikaribe zerarê bide bajarê me."