Qeyûm erdê şaredariyê parsêl bi parsêl difiroşe

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navçeya Artemêtê 10 parsêl bi zêdeyî 100 milyon TL’yî derxistiye firotinê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, wê di 4’ê Nîsanê de 10 parsêlên neguhêzbar ên Şaredariya Bajarê Mezin a navçeya Artemêtê têxe îhaleyê. Tevahiya nirxê van parsêlan ya li Taxa Yenî Camî ya Artemêtê 100,160,571,17 TL’yî ye. Ev parsêlên ku ji 100 milyonî zêdetir in û li herêma peravê ya Artemêtê ye di avahî lêkirin û rantê de xelekek din e.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Mustafa Avci, diyar kir ku ev firotan beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê bi lez û bez pêk hat û polîtîkaya îhaleyê ya qeyûmê ji ANF'ê re nirxand.

BERIYA HILBIJARTINA 14’Ê GULANÊ KETIN NAVA TEVGERÊ

Avci destnîşan kir ku qeyûm di heman demê de mekanîzmayeke talanê ye û got: “Jixwe pênaseyê me ji bo qeyûm, talanker e. Çavkaniyên herêmî yên rêveberiyên herêmî di bin navê hikûmeta navendî de tên talankirin. Ya duyemîn jî, di dema pêş de hilbijartina 14 'ê Gulanê heye û xuya ye ev yek wan tirsandiye. Hewl didin her tiştî ji holê rakin. Çi di destan de heye, hewl tê dayîn bê talankirin. Hesabê çiqasî dikarin alîgirên xwe bidin têr kirin, çawa rantê belav bikin, dikin. Di rastiyê de dema ku berjewendiya civak û bajar neyên kirin, her tişt ji xwe re rewa dibînin. Sedema ku hikûmeta navendî bi taybetî qeyûman tayîn dike ew e ku dixwaze rêveberiyên herêmî weke şaxên xwe bibîne û bixebite. Di rastiyê de, eger rêveberiyên herêmî ji bo berjewendiya hikûmeta navendî çavkaniyan seferber nekin an jî alîgiran têr neke, wê wî li wir nehêlin û wê weke qeyûm tayîn nekin.

Li Artemêtê bi taybetî qerax tê talankirin. Di rastiyê de qanûnên parastinê hene, lê qanûn jî tên binpêkirin. Bi rastî jî qanûnên li Tirkiyeyê di bin lingan de ne. Bi biryarnameyên xwe qanûnan jî li gorî xwe pêk tînin.”

LI AMADÊ JÎ QEYÛM MILKÊ ŞAREDARIYÊ DIFROŞE

Di destpêka hefteya borî de derbarê firotina li Amedê de daxuyanî hat dayîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk û hevşaredar û endamên meclîsên Amedê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin, têkildarî firotina milken şaredariyê ya ji aliyê qeyûman ve daxuyanî dan. Di daxuyaniya li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Peyasê de hat diyarkirin ku qeyûm beriya hilbijartinê 112 dekar zevî bi 884 milyon TL'yî dane firotin.