Qeyûm dest li firoşkarên seyar werda
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, zabita û polîsan dest li zarokên ku li Parka Sanatê di semawer de çay difirotin, werdan. Di encama vê êrîş û destwerdanê de 3 zarok hatin binçavkirin.
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, zabita û polîsan dest li zarokên ku li Parka Sanatê di semawer de çay difirotin, werdan. Di encama vê êrîş û destwerdanê de 3 zarok hatin binçavkirin.
Polîs û Zabitayan li Parka Sanatê ya taxa Cûmhûriyetê, dest li welatiyên ku debara xwe bi firotina çay dikirin, werdan. Polîs û Zabitayên ku girêdayî qeyûm in dest li firoşkarên seyar werdan. Zarokên ku temenê wan derdora 10 û 16 salan de ne li Parka Sanatê bû hedefa êrîşa polîs û zabitayan hatin. Polîs û zabitayan çaya wan rijandin û destdanîn ser semewera wan a çayê. Zarokên bi navê Rojhat Delî (16) Bişar Gulen (10) û Rojhat Înan ê (12) ên li ber vê yekê rabûn, bi lêdanê hatin binçavkirin.
Polîsan nêzêkî nîv seatê derdor dorpêç kirin û piştî dest danîn ser alavên zarokan rê li trafîqê vekirin.
Hat diyarkirin ku her 3 zarokên ku hatin binçavkirin xistin wesayîta zirxî ya polîsan.