Pîştî girtina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan weke qeyûm hatîbû tayînkirin. Taşyapan ê ku hatî li ser wezîfeyê, yekser malên ji bo parastina jinan û saziyên li dijî şîdeta li jinan girt. Li aliyê din bernameya ku DBP'ê ji bo jinan danî dawî lê anî û Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê girt. Di heman demê de navê Gerîngeha Xizmetên Civakî ya Jinan guherand û zilamek lê wezîfedar kir.
Taşyapanê ku weke qeyûm niha jî çavê xwe berdaye meaşê jinên ku di beşa politîkayên aborî de kar dike. Bi biryara Taşyapan ev 12 roje meaşê wan nayê dayîn. Heya niha der barê ne dayîna meaşê wan te ti daxuyanî ne hatiye dayîn.