Qeyûm anîn li ser Şaredariya Qilebanê
Piştî ku îro hevşaredarên Qilebanê ji peywirê hatin dûrxistin qaymeqamê navçeyê weke qeyûm hat erkdarkirin.
Piştî ku îro hevşaredarên Qilebanê ji peywirê hatin dûrxistin qaymeqamê navçeyê weke qeyûm hat erkdarkirin.
Qaymeqamê navçeya Qileban a Şirnex Mehmet Fatîh Yakinoglû weke qeyûm li şaredariyê hat wezîfedarkirin. Hevşaredarên navçeyê Zeynep Uren û Yunus Urek îro bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatibûn dûrxistin.
Diyar bû ku danê êvarê qeyûm Yakinoglû çûye şaredariyê û daye zanîn ku ew weke qeyûm hatiye erkdarkirin.