'Qeymeqamê PDK'ê bi zanebûn kampa me dike hedef'
Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên "Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî weke baregeheke leşkerî tê bikaranîn" da.
Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên "Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî weke baregeheke leşkerî tê bikaranîn" da.
Qeymeqamê Navçeya Mexmûrê Rizgar Mihemed Îsmaîl çend roj berê ev îdîa kiribû; "Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) weke baregehek leşkerî tê bikaranîn." Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan li ber vê îdîayê rabû û diyar kir, ku ev yek îdîa derew e.
Hecî Kaçan got, "Kampa Penaberan a Şehîd Rustem, kampeke penaberan e ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û ji aliyê îdarî ve bi Herêma Kurdistanê ya Federal ve girêdayî ye. Em vê daxuyaniya Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed Îsmaîl, weke encama têkiliyên siyaseta PDK û AKP'ê dibînin."
Hecî Kaçan anî ziman, weke şêniyên Mexmûrê ew van îdîayên Qeymeqamê Mexmûrê yê ser bi hikûmetê ve manîdar dibînin û wiha dewam kir: "Daxuyaniyên bi vî rengî bivê nevê, me dike hedefa dijminên me. Em daxuyaniyên bi vî rengî ti carî qebûl nakin. Îdîaya ku dibêje 'avahiyên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve weke baregeha leşkerî tên bikaranîn' ne rast in."
Kaçan destnîşan kir, avahiyên navborî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê bikaranîn û li wan avahiya xebatên Neteweyên Yekbûyî tên meşandin.
'BILA GELÊ ME JI DAXUYANIYÊN BI VÎ RENGÎ BAWER NEKE'
Kaçan bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de êrîşî gelek herêmên Kurdistanê kirin û ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin, hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi rengekî fermî gerîlayên HPG'ê vexwendiye herêmê û got, "Di wê demê de bi taybetî Birêz Mesûd Barzanî hat kampa me û serdana hêzên gerîla kir. Rewşeke veşartî nîne ku hêzên gerîla li vê derê ne."
Hecî Kaçan diyar kir, hêzên gerîla ji sala 2014'an û vir ve li dora kampê bi cih bûne, bi erka xwe ya parastinê radibin û got, "Daxuyaniyên bi vî rengî yên li dijî kampa me, ji bilî hedefkirina gelê me bi kêrî tiştekî nayên. Eger xeteriyek derkeve pêşiya kampa me wê Qeymeqam Rizgar Mihemed Îsmaîl û PDK berpirsyar bin. Ji ber ku her kes dizane ku kampa me kampeke penaberan a sivîl e. Em bang li gelê xwe yê Başûr dikin, ku ji daxuyaniyên bi vî rengî bawer neke."