Qeymeqamê Artemêtanê dest bi fêlbaziyên hilbijartinê kir

Qeymeqamê Artemêtanê, ji bo navnîşanên gelek kesên li navenda Wanê rûdinin, derbasî Artemêtanê bibe, ferman da.

Qeymeqamê Artemêtanê û Qeyûm Atif Çîçeklî, qeyda dengdêrên li navenda Wanê rûdinin, derbasî Artemêtanê dike.

Çîçeklî yê ku li Artemêtanê ji bo hê zêdetir deng ji bo AKP’ê û namzetê serokkomariyê re bê dayîn di nava hewldanan de ye, kesên li navenda Wanê dijîn, navnîşana wan vediguhêze Artemêtanê.

Piştî fermana Çîçeklî û şûnde, welatiyên li navenda bajar, bi taybet veguhezandina qeyda welatiyan a li Mizgefta Taxê ya Artemêtanê bal kişand.

Çîçeklî yê ku bi vê têr nebû, ferman da ku hemû xebatkarên Şaredariya Artemêtanê qeydên xwe veguhêzin navenda Artemêtanê.

Qeymeqam ê berê ku dawî li karê bi dehan kesî anî, gef xwar û diyar kir eger karker fermanên Şaredariya Artemêtanê bi cih neynin wê ji kar bên dûrxistin.

Seva Aydin a ku têkildarî mijarê agahî da wiha got: “Ev xebata qeymeqam fêlbaziyeke ya hilbijartinê ye. Lîstikek e ku ji bo hê zêdetir dengan bi dest bixe. Ketine nava fêlbaziyên ku vîna gel bi hîleyan bikişîne aliyê xwe. Divê gel di vê mijarê de baldar be û rê nede kiryarên bi vî rengî.”