Qetilkirina Denîz Poyraz hate şermezarkirin

Qetilkirina Denîz Poyraz li Mêrdînê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Pero Dundar a HDP'ê li çalakiyê axivî û got, "Hûn avahiyên me bigirin, kolan ên me ne."

Nerazîbûna li dijî qetilkirina Denîz Poyraz û êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê dewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê xwest ku ji ber avahiya Nisêbînê heta Parka Aştiyê bimeşe. Lê belê polîsên Tirk li pêşiya HDP'iyan bûn asteng.

Ciwanan bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" êriş şermezar kirin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar diyar kir ku êriş ne karê kesekî bi tenê ye, ew îradeya siyasî ya li pişt nas dikin.

Pero Dundar qebûlkirina îdîanameya ji bo girtina HDP'ê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve nirxand û got, "Dibêjin ku wê HDP'ê bigirin. Henekê xwe bi mirovan dikin. HDP ne ya destpêkê ye, wê nebe ya dawî jî. We avahiyên me girtin. Hûn nikarin gelê Kurd bigirin. Hûn nikarin îradeya me bigirin. Hûn avahiyên me bigirin, kolan ên me ne. Her cih ên me ne. HDP li avahiyan nîne. HDP li kolanan e, li qadan e. HDP li malan e. HDP dengê welat e. HDP li Rojava ye. HDP li her derê ye. HDP ne tenê li meclîsê ye. HDP partiyeke ku dengê 6 milyon kesî wergirtiye."