Qesra Kayme hildiweşe

Qesra Kayme ya dîrokî ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye, hildiweşe.

Qesra Kayme li gundê Nehrî yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye û tenê çend dîwarên wê mane.

Colemêrg ku ji her alî ve dîrokeke xwe ya dewlemend heye, ji ber qirkirina çandî ya dewleta Tirk û xemsariyê ev dewlemendiya wê ji holê radibe. Piraniya berhemên dîrokî yên xwe gihandine serdema heyî, bi zanebûn ji aliyê hêzên dewleat Tirk ve hatin xerakirin an jî talankirin. Bi taybetî Keleya Bay û Keleha Mîran ên li navenda Colemêrgê ne, bi salan e ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û li gera welatiyan û tûrîstan hatine qedexekirin.

Qesra Kayme jî ku li gundê Nehrî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye û wextekê gelekî qala heybeta wê diahte kirin, li ber hilweşînê ye. Qesra Kelatê jî ku li herêmeke nêzî vê derê ye, bû qurbanê xemsariyê û piştî ku hilweşiya ji holê rabû. Eger tedbîr neyê girtin wê Qesra Kayme jî bi heman rengî hilweşe.

Qesr ji aliyê Şêx M. Sidik û Seyît Abdullah ku kurên pêşengê Raperîna Şêx Ûbeydûllah (1880) Şêx Ûbeydûllah ve di navbera salên 1890-1910'an de hate çêkirin.

Dîwarên li aliyê bakur û rojava bi giranî, dîwarên li rojhilat û başûr jî beşek jê li ser piyan mane. Lê belê ser Qesrê bi temamî hilweşiya ye. Qatê erdê û yê li ser wê mîna hev in, li nava wê jî du salonên çarqozî û çar odeyên wê hene.

Ev avahî bi giranî xera bûye.