Qesra Îshaq Paşa dilê gelê Serhedê geş dike

Qesra Îshaq Paşa ya ku di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e şahidî ji gelek dem û dewrên xweş û nexweş re kiriye. Qesr bûye hedefa dewleta Tirk û gelek caran gule lê reşandine. Her wiha Qesra Îshaq Paşa  navendek ji dilê tevahiya gelê Serhedê ye.

Qesra Îshaq Paşa bi 5 kîlometreyan dûrî navçeya Bazîd a Agiriyê ye. Qesr li aliyê Tirbeya Ehmedê Xanî cih digre. Qesr li Kurdistanê yekemîn qesra mezin e û her wiha piştî Qesra Topkapî ya Stenbolê jî li Tirkiyeyê di rêza duyemin de cih digre. Di çarçoveya îhaleya Îdareya Taybet a Agirî de bi armanca parastinê, xebatên restorasyonê têne kirin. 3 hezar û 500 metre çargoşeyên qesra 7 hezar û 500 metre çargoşeyê bi camên du qat ve tê girtin. Dema temam kirina îhaleyê sala 2011’e û bedela wê jî 5 trilyon lîra ye. Navbera 26 û 50 karker di fîrmayê de kar dikin. 

DERIYÊ QESRÊ LI MUZEYA MOSKOWA DANÎN E

Qesra Îshaq Paşa hîmê wê di sala 1685’an de ji aliyê kurê Mîr Mihemed, Pîrbela Evdî Paşa ve hate avêtin, wêjevan û helbestvanê kurd Ehmedê Xanî re bûye wargeh û dibistan, ji aliyê UNESCO’ê ve di lîsteya ‘Mîrateya Çandê ya Cîhanê de cih girtiye. Her sal bi hezaran turîst serdana Qesrê dikin. Di nava bi hezaran berhemên cihanê de di rêzên sereke de cih digire. Qesir di 99 salan de hatiye çekirin. Qesr di sala 1828-1829’an de ji aliyê Ûrisan (Rus) ve hatiye dagirkirin û deriyê Qesra Îshaq Paşa yê ji Zêr piştre birine Moskovayê û li muzeya moskovayê danîne. Di Qesra Îshaq Paşa de de heman, mizgeft, mevanxane, tirbe, mitbex, cihê nanxarin, hêrêm, salona merasim û ziyafet hene.

BAWERIYA NETEWEYAN

Hêjayî gotinê ye ku bi kevirên sipî yê ji gundê Kotizê ku 30 kîlometre dûrî qesrê ye hatiye avakirin. Qesra ku li ser dîwarên wê nexşe û fîgurên çand û baweriya Kurd, Fars, Hint, Ermenî û gelek civakê din li ber çavan radixe. Ji vê yekê tê xuyakirin ku gelek netew hatine li nava menzel û dîwarên wê bûne mêvan. Dîsan Qesra dîrokî gelek kerwan û mêhvan pêşwazî kirine.

LEŞKERÊN TIRK QESR WÊRAN KIRIN

Qesra Îshaq Paşa ya ku di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e şahidî ji gelek dem û dewrên xweş û nexweş re kiriye. Qesr bûye hedefa dewleta Tirk û gelek caran gule lê reşandine. Dîsa leşkerên Tirk qesra dîrokî weke wargeh bi kar anîne û zirereke mezin dane nexşeyên li ser dîwar û gule bera qesrê dane. Li gel vê jî Qesra Îshaq Paşa navenda dilê tevahiya gelê Serhedê ye û dilê gelê Serhedê şad dike.