Qeremûs: Em aloziya navbera PDK û PKK’ê çareser nekin em ê neçin

Zêdetirî 15 rojin ku Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs ê bi şandeyekê ve li Başûrê Kurdistanê ye û got: “Heya ku aloziya di navbera PKK û PDK’ê de çareser nekin em ê ji Başûr neçîn.”

Pişî aloziyên herêma Çemankê ya navçeya Garê û hewldanên şerxwazî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li dijî PKK, şandeyek bilind ji KNK’ê bi pêşengtiya Heserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs hatin Başûrê Kurdistanê û hewldidin ku wan aloziyan çareser bikin.

‘GEL Û WELATÊ ME Jİ BER WAN ŞERAN ZİYANEKE MEZİN DÎTİYE’

Derbarê xebatên KNK’ê û armanca wê Hevseroê KNK’ê Ehmed Qeremûs ji ajansa me re axivî û ragihand: “Nêzî hefteyek e ku şandeya KNK’ê li Başûrê Kurdistanê ye. Sedema serdana şandeya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ewe ku alozî û metirsiyek di navbera hêzên Kurd de çêbûye, her du hêz jî hêzên gerîla û hêzên pêşmerge yên li navçeya Garê û çend navçeyên din in. Ev bûyere, bûyerekî metirsîdar e ku dibe bibe sedema zêdebûna aloziyan û encamekî xirab bi xwe re bîne. Weke KNK’ê me biryar da ku di demekî kurt de û di vê rewşa nexweş û ya şewba korona de ku cîhan tirsandiye werin Başûrê Kurdistanê û dest bi hevdîtinan bikin. Ev bûyere li Başûrê Kurdistanê dibe ku bibe sedemê şerê navxweyî, şerekî cudatir ji wan şerê ku berê di navbera Kurdan de derketiye. Ji me re eşkereye ku berê çiqasî zerer û ziyan da me, pêwîst nake ku vegerîn paş, lê ji sala 1990’an heta niha çendîn car di nava hêzên Kurdî de şerê navxweyî çêbûye. Gel û welatê me ji ber wan şeran ziyaneke mezin dîtiye.”

‘SEDEMÊ ALOZIYA DI NAVBERA ALIYÊN KURDÎ DE DEWLETA TIRK E’

Qeremûs destnîşankir ku gelê Kurd li pêvajoyeke nû re derbas dibe û got: “Rewşa ku niha heye ji rewşa berê cudatire. Eger em qala çend mijarên ku di van demên dawî de qewimîne bikîn, bêguman em têdigihîjin ku ew yek projeya dewleta Tirk û planê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha tesfiyekirina hêzên Kurd e di navxweyî de. Eger em vegerin meha Nîsanê ya bihorî ango bûyera Zînî Wertê, bûyereke bi vî rengî derket, lê bi destwerdana KNK’ê, hêzên siyasî, kesayetên welatparêz û rewşenbîr ve heta astekê ew alozî çareser bû. Ew sedemek e, sedema duyemîn dewleta Tirk e ku di 17’ê Hezîranê ya 2020’an de li navçeya Heftanîn û çend navçeyên din dest bi operasiyonekê kir. Di wê şerê de dewleta Tirk çekên pêşketî û yên serdemî li beramberî şervanên azadiyê bikar anî.”

‘BERXWEDANA GERÎLAYAN HETA ASTEKÊ PLANÊN DEWELTA TIRK TÊKBIR’

Hevserokê KNK’ê bal kêşand li ser aloziya li Garê û ragihand: “Derxistina aloziya li Garê di bingeh de beşek ji êrîşên Tirkiye ya ji bo Heftanînê bû. Berxwedana gerîla ya li hemberî wê dagirkeriyê heta astekî planê dewleta Tirk têkbir. Tenê derfetek di destê dewleta Tirk de maye, dixwazin ji bo veşartina binketin û şikandina xwe ya li beramberî şervanên azadiyê planekî nû amade bikin. Ew plana nû jî ew e ku hêzên Kurdî bîne beramberî hev û şerê navxweyî derxînin. Eger dewleta Tirk bi wê plan û stratejiya xwe ve serketî be, bê guman em derfeteke dîrokî radestê dijminê xwe dikîn. Eger em wê plan û taktîkê dewleta Tirk têk nebîn, wê demê em ê derfetekî mezin bidin Tirkiyê û şerekî mezin ê navxweyî dikeve nava me. Ew şere jî ne tenê ji bo Başûrê Kurdistan, berku Rojava û Bakurê Kurdistanê jî wê ji ber vî şerî zererê bibînin. Ji ber wê dewleta Tirk bera xwe daye wê planê.”

‘KNK JI BO ÇARESERIYÊ HATIYE’

Qeremûs di dewama nirxandinên xwe behsa armanca hatina xwe ya ji bo Başûr kir û wiha pêde çû: “Me weke KNK ew metirsiye dît û pêwîst zanî ku weke KNK bi piştewaniya rêxistin, aliyên siyasî û kesayetiyên cuda ve hatin vê derê, hem serdana aliyan bikîn û hem jî serdana kesayetên ayînî û serok eşîran bikîn. Em ê ji wan re behsa armancên KNK’ê bikîn û weke KNK’ê dixwazîn rewşê çareser bikîn. Her wiha bikevin navbera aliyan û bikarîn bingehek ji bo hevdîtin, goftûgu û çareseriyê pêşbixîn. Heta ku alozî çareser nebin emê ji Başûrê Kurdistanê neçîn.”

‘PARLEMENTO PIŞTGIRIYA HEWLDANÊN ME DIKE’

Ehmed Qeremûs di derbarê şêwazê xebata li gorî çareseriya rewşê de jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir: “Plana me ew bû ku beriya bi aliyên siyasî û desthilat re hevdîtinê pêkbînin, bi parlementoyê ku vîna gel e re hevdîtinê pêk bînîn. Me bi Serokê Parlementoyê re hevdîtin pêkanî û erênî derbas bû. Daxuayniya me ya hevbeş eşkere û zelal e û van piştgiriya hewldanên me dikin û wê weke hewldaneke pir pîroz dibînin. Bê guman piştgiriyekî temam dane me û bi xwe jî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de jî dabûn zanîn ku ew piştgiriya hewldanên KNK’ê dikin û daxwazên me dipejirînin. Me Yekîtiya Parlementoya Kurdistanê jî dît, helwest û nêzîkatiya van jî weke ya Serokê Parlementoyê birêz Dr. Rêwaz Fayiq bû. Van piştgirî û bawerî dane me.”

‘ME DAXWAZA HEVDÎTINÊ JI MESÛD BARZANÎ KIR’

Hevserokê KNK’ê Qeremûs qala hewldanên xwe yên bi aliyê siyasî re kir û wiha domand: “Piştî ku me piştgirî ji Yekîtiya Parlemento û Serokê Parlementoyê girt, me hewlda aliyên siyasî û rêxistinên civakî bibînîn. Me hewlda ku Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bibînîn û ji wan bixwazîn ku armanceke me heye û dixwazîn wê rewşê çareser bikîn. Her wiha me bi gelek alî û kesayetan re hevdîtinên erênî pêkanî û dixwazîn helwesteke fermî ya hemû Başûrê Kurdistanê hebe ango em naxwazîn şer çêbibe û li dijî şerê navxweyî ne. Dîsa dixwazîn bi rêya diyalogê û civînê wan pirsgirêkan çareser bikîn. Em dixwazîn wê piştgieiya gelê Başûr nîşan bidîn ku hewldanên KNK’ê ya ji bo wê mijarê pîroz dibînîn.”

‘BI EŞKEREYÎ DIBÊJÎN KU EM ŞERÊ NAVXWEYÎ YA KURDAN NAXWAZÎN’

Qeremûs bi wan gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazîn bi zimaneke eşkere wê bêjîn ku ne KNK, ne gelê Kurdistanê, ne kesê welatparêz û xemxwarê berjevendiya Kurdan şereke bi vî rengî naxwazin. Ji berku em dizanîn zirara ku ew şere bi xwe re tîne, destketekê ji bo tu aliyê nabe. Berjevendiya Kurd di şerê navxweyî de nîne, ji ber wê yekê jî em hewldanên xwe didîn, heta ku derfetên me hebe daxwaz ji her du aliyan dikîn ku ji bo çareserî, di heman demê de ji bo çareseriyekê ji wê rewşê re bibînîn navbeynkariya xwe ya di navbera her du aliyan jî diparêzîn. Lê eger di navbera Kurdan de şer biqewime, em ê bi eşkereyî li hemberî wê şerê bisekînin û hewldanên xwe bidomînin. Em bi hêvî ne, li gorî çavdêriya me gel têgihîştiye ku alozî û nakokiyeke bi vî rengî ku bibe sedemê şerê navxweyî di berjeveniya gelê Kurd de nîne.”