Qedexeya li Colemêrgê bi 15 rojên din hate dirêjkirin
Qedexeya li ser çalakî, kombûn û xwepêşandanên li Colemêrgê ku ev demeke dewam dike, bi 15 rojên din hate dirêjkirin.
Qedexeya li ser çalakî, kombûn û xwepêşandanên li Colemêrgê ku ev demeke dewam dike, bi 15 rojên din hate dirêjkirin.
Ev demeke li Colemêrgê ji bo hemû kiryar û çalakiyan qedexe hatibû danîn. Parêzgariya Colemêrgê danê sibehê bi daxuyaniyekê ragihand ku dema qedexeyê bi 15 rojên din dirêj kirine.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê dema qedexeyê wê heta 15'ê Çileyê dewam bike.