Qasim Şeşo ekîba Çira TV asteng kir

Xebatkarên Çira TV ku xwestin Cejna Cema ya Êzidiyan bişopînin ji aliyê hêzên çekdar ên Qasim Şeşo ve hatin astengkirin.

Gelê Êzidî li Mezargeha pîroz a Şerfedîn ya li Şengalê ev 2 roj in ji ber Cejna Cemayê li hev dicivin û pîrozbahiyan lidar dixin.

Îro xebatkarên Çira TV’yê xwestin pîrozbahiyan bişopînin lê hêzên çekdar ên Qasim Şeşo rê nedan ku tîma Çira Tv pîrozbahiyê bişopîne.

Bi fermana Qasim Şeşo destûr nehate dayîn ku xebatkarên TV’yê pîrozbahiyê bişopînin, hêzên çekdar ên Qasim Şeşo dest danîn li ser amûrên xebatkaran lê piştî nerazîbûnê neçar man amûran radestî wan bikin.

Hate diyar kirin ku hêzên çekdar ên Qasim Şeşo dixwazin Mezargeha pîroz a Şerfedîn ya Êzidiyan veguherînin baregeheke leşkerî.