PZK: Divê di hemû qadên jiyanê de Kurdî kar bê kirin

PZK’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û xwest zimanê Kurdî ji warê reweşnebîrî bigire heta jiyanî di her qadê de bê bikaranîn.

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Platformê bibîr xist ku di 15’ê Gulana 1932’an de li bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kirin û wiha got: “Ev kovara ku xwedî gelek nirxên hêja bû bi salan xizmetên giranbûha ji doza gelê me re kirin. Em baş dizanin ku îro jî xebata ziman, wêje û çanda Kurdî li ser mîrata Hewarê pêşve diçe, dibişkive, geşdibe û berheman dide. Platforma Zimanê Kurdî xebata Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzgirtin bibîr tîne.”

Platformê, diyar kir ku Roja Zimanê Kurdî ji sala 2006’an û vir tê pîroz kirin û ev got: “Platforma Zimanê Kurdî di vê roja watedar de dixwaze bala gelê xwe bikşînê ser pirsa zimanê dayikê. Zimanê dayika me divê were parastin û bikaranîn. Dê û bav, xort û qîz, jin û mêr divê zimanê Kurdî bi hevdu re biparêzin. Em dizanin ku zimanê Kurdî nasnameya me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Di pirsa zimanê Kurdî de divê em bi hişmendi tevger bikin. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jiyanê de zimanê xwe bi baldarî û bi hişmendî bikarbîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve.”

Platformê hin daxwazên xwe yê têkildarî zimanê Kurdî wiha rêz kirin: “Di xebata siyasî de divê Kurd civînên xwe bi Kurdî bikin, di çalakiyan de bi Kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi Kurdî binivîsînin, hunermendên me divê bi Kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahîyan de bi Kurdî biaxivin. Bila TV, rojname û malpêrên Kurdan bi Kurdî weşanên xwe bikin. Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikarbînin, li mizgeftan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikarbînin. Li balafirgehan, li otogaran, di otobûs û minîbûsan de, li sûk û qeyseriyan bi Kurdî biaxivin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.”

Platformê, destnîşan kir ku hin daxwazên wan ji berpirs û rayedarên dewletê jî hene û wiha domand: “Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statû. Divê zimanê Kurdî bi awayekî eşkere di qanûnan de were naskirin û pejirandin.”

Platformê herî dawî bal kişand ser kampanyaya îmzeyan a wan û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî daye destpêkirin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Me kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin. Di vê kampanyayê de daxwaza me ji gelê me ev e; him li ser online û him ji li ser kaxizê em îmzeyan berhev dikin. Hemû kes bîla li gora derfetên xwe beşdarî vê kampanyayê bibe. Zimanê Kurdi rûmeta hemû Kurdan e.

Ji ber vê yekê jî em dibêjin;  Bila Roja Zimanê Kurdî pîroz be! Bila ji Kurdan re her roja bibe Roja Zimanê Kurdî!”