PYD ji bo Efrînê çû serdana YNK’ê

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Şahoz Hesen tevî heyetekê li Silêmaniyê çû serdana YNK’ê.

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen û heyeta pê re serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomînin. Hesen û heyet li Silêmaniyê çûn serdana YNK’ê.

Heyet ji aliyê Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar ve hate pêşwazîkirin.

BEXTIYAR:  EW Ê PIŞTGIRIYA ME BIDOME

Piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Mele Bextiyar diyar kir ku li Efrînê şervanên qehreman 55 roj in li ber xwe didin û got, “Gelê Efrînê û şervanên qehreman li hemberî artêşeke herî mezin a NATO’yê li ber xwe didin. Ji bo piştgiriyê heyet çûn Efrînê, ew ê piştgiriya me bidome.”

HESEN: DIVÊ SIYASETMEDAR GAVAN BIAVÊJIN

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen jî got ku, “Ji ber xwedîderketina Efrînê em spasiyê xwe li Başûrê Kurdistanê dikin. Êrîşên li ser Efrînê, tê wateya êrîşên li ser Minbîc, Qamişlo û Başûrê Kurdistanê. Em dixwazin Başûrê Kurdistanê di warê siyasî de zêde piştgiriyê bide Efrînê. Em dixwazin ji bo Efrînê zêde gavan biavêjin.”

Heyet piştre ew ê li Silêmaniyê biçe serdana Tevgera Goran.