PYD'ê têkildarî nûnerên xwe hişyarî da Hewlêrê

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê yên li Başûrê Kurdistanê hatin girtin û agahî ji wan nîne, hişyarî da ku tiştek bi nûnerên wan bê wê hikumeta Hewlêrê berpirsyar be.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê ku li Başûr ji aliyê PDK`ê ve hatin revandin daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê PYD`ê Enwer Mislim û bi beşdariya Berdevka PYD`ê Sema Begdaş û Hevseroka Nivîsgeha PYD`ê Rohat Mele Xelîl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku ji me hemûyan tê xwestin em yekîtiyê pêk bînin, bi berpirsyariya exlaqî tevbigerin, ji nakokiyan xwe vegirin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kar bikin, desthilatên Hewlêrê di 10`ê Hezîranê re endam û nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Başûrê Kurdistanê, Cîhad Hesen, Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanên xwe yên rojavayî pêşwazî bikin, girtin. Ji wê demê ve em desthilatên Başûrê Kurdistanê muxateb digirin û jê dixwazin ku aqûbeta hevalên me û sedemên girtina wan ku ji pîvanên dîplomasiyê dûr in, diyar bikin. Lê ev bangewaziyên me heta niha bê bersiv in.

Bi navê Meclîsa Giştî ya PYD'ê ji her zirar û xetereyeke ku were serê hevalên me û ewlehiya wan desthilata Başûrê Kurdistanê, berpirsyar dibînin û em dixwazin aqûbeta wan bê zelalkirin.

Em li hemberî raya giştî bang li desthilatên Başûrê Kurdistanê dikin ku yekser aqûbeta hevalên me eşkere bike û wan serbest berde.

Em bi baldarî rewşa wan dişopînin bi taybetî digel ku agahî hene ku ew radestî hinek aliyên ku dijminatiya Kurdan dikin, hatine kirin.

Em vê pêngava girtinê û aqûbeta nediyar a hevalên xwe wek êrişa rasterast a li dijî partî, destketî û hewldanên me yên ji bo pêkanîna yekitiyê dibînin.

Ji nirxandina hûrgilî ya kiryarên desthilatên Hewlêrê diyar dibe ku ew pêkanîna hewldanên dewleta Tirk û pergalên dagirker ên li dijî doza me û armancên wê hêsan dike."