Provakasyona PDK’ê ya li Şengalê didome

Aloziya di navbera koma bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ tê naskirin ku girêdayî PDK’ê ne û hêzên YBŞ’ê de derketî hê jî didome.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, koma bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ tê naskirin, ji herêma Sihêla ber bi bajarokê Xanesor ê Şengalê ve ketin tevgerê.

Çavkaniyê diyar kir ku koma navborî di vê pêvajoyê de ji bo lewazkirina YBŞ’ê, pêşîgirtina bihêzbûna Êzidiyan û armanca wan derxistina şerê biratiyê ye.

Îro piştî nîvroyê gelek kesên bi çek ên girêdayî PDK’ê bi wesayîtên zirxî yên tîpa Hammer û çekên giran xwestin bi zorê bikevin bajarokê Xanesor a Şengalê ku di bin kontrola hêzên YBŞ’ê de ne.