Projeya hilweşandinê ya li Dersimê hate şermezarkirin

Meclîsa Munzur Ozgur Aksin (Bila Munzur Bi Rehetî Biherike) daxwaza ku herêma 11'an a Dersimê biqulibînine ser qada madenê şermezar kir.

Meclîsa Bila Munzur Bi Rehetî Biherike daxwaza ku herêma 11'an a Dersimê biqulibînin ser qada madenê li Kuçeya Hunerê ya Dersimê şermezar kir. 

Di daxuyaniya çapemeniyê de Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn axivî.

Çetîn derheqê projeyê got, ''Heke projeya madenê were bicihanîn wê komkujiyeke sirûştî were kirin. Em ê heta dawiyê hawîrdora xwe, çanda xwe, baweriya xwe, nasnameya xwe û hemû mîrateyên sirûştî yên cîhanê biparêzin.''