Projeya Erdogan ku wê pez bidaya gundiyan derew derket

Serokkomarê Tirk Erdogan wê li Ebexê pez bidaya gundiyan. Kaymakam berê ji muxtaran lîsteya navan xwestibû û piştre gotin ‘Em hatine xapandin'.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan çend meh berê hin qewl dabû cotkar û gundiyan. Qaşo wê 16 mîh û beranek bidana gundiyan û wê xwedîkirina heywanan bihata teşwîqkirin. Li Ebexa Wanê derket holê qewlên ku AKP dide derew e.

Kaymakamê Ebexê Hasan Husnu Turken di 16’ê Îlonê de bang li muxtaran kir ku bila werin kaymakamtiyê. Di civînê de heyeteke ji 3 kesan pêk dihat a Wezareta Çandî û Xwedîkirina Heywanan a Tirk jî amade bûn. Kaymakam ji muxtaran re qala projeya ku wê AKP pez bida gundiyan kir. Piştî pêşkêşiyeke dirêj kaymakam ji muxtaran lîsteya kesên heywanan xwedî dikin xwest û civîn qediya.

‘PROJEYEKE WISA TUNE’

Piştî civînê muxtaran li gundan lîsteya navan amade kirin û ev lîste dan Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê. Midûriyetê got ‘Projeyeke wisa tune û di vî warî de agahî nedane me’. Piştî israra muxtaran rayedarên Midûriyeta Çandiniyê telefonî Wezaretê kirin û wezaretê jî diyar kir ku projeyeke wan a wisa tune.

KAYMAKAMÊ KU 3 KESÊN SIXTEKAR BI ROJAN EZIMAND

Muxtar dûre çûn ba kaymakam û qala serboriya xwe kirin. Kaymakam ji muxtaran re got ‘Heyeta ku hatiye vir sixtekar bûne. Ev kes ne peywirdarên wezaretê bûn’. Kaymakam diyar kiriye projeya dayîna pez betal bûye lê ew ê piştgiriya krediyê bidin gundiyan.

Kaymakam diyar kir ku ew hatiye xapandin û ji gundiyan xwest ku bila baldar bin. Muxtarekî jî ji kaymakam re got ‘Beriya her tiştî hûn li xwe miqate bin. Li vir ne em, lê hûn hatine xapandin. Wê 3 sixtekar bi rojan ezimandine.’

MUXTAR: HENEKÊN XWE BI ME DIKIN

Muxtarekî derbarê meseleyê agahî da û got “Henekên xwe bi me kirin. Em jî li hemberî gundiyan mahcûp bûn. Bawer im ji kaymakam re gotine proje hatiye sekinandin, ji ber ku wî jî nekarî vî tiştî ji me re bibêje, qala çîroka xapandinê kir. Derdikeve holê ku hemû qewlên wan derew . Li ser ekranan xweş dikin lê îcraet tune. Heke ew kes sixtekar bin nexwe kaymakam bi rojan kesên sixtekar ezimandiye?”