Polîsên Tirk li parlamentera HDP’ê dan

AMED – Polîsên Tirk  ber deriyên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên navendî yên Amedê dorpêç kir, HDP'yiyan dixwestin ku li dijî êrîşên ser Rojava daxuyanî bidin. Polîsan êrîş anî ser çalakgeran, Wekîl Saliha Aydenîz ji hiş ket.

Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên navendî Sûr, Yenîşehîr, Peyas û Rezanê li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser bajarên Rojava xwestin daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Polîsên Tirk bi maşîneyên zirxî ber deriyên avahiyên HDP’ê dorpêç kir. Polîsan bi hênceta “qedexeya çalakiyên li bajêr a ji aliyê Walîtiyê ve” destûr nedan HDP’yî daxuyanî bidin. 
 
HDP’iyan diyar kir ku lidarxistina çalakiyên aştiyane mafek destûra bingehîn e û dorpêçkirina avahiyên wan nayê qebûlkirin û xwestin polîs belav bibin. 
 
POLÎSAN PARLAMENTER BIRÎNDAR KIRIN
 
Li navçeya Baxlarê polîsan bi gaza îsotê, mertal û jopan êrîş birin ser HDP’iyan  û li wan dan. Di êrîşê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz ji hişê xwe çû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. 
 
Polîsan bi jop û mertalên xwe HDP’iyan daf dan û nehiştin daxuyanî bidin û têketin û derketina avahiyê qedexe kirin. 
 
Polîsan deriyên avahiyên HDP’ê yên Sûr, Peyas û Yenîşehîrê jî li HDP’iyan girtin û destûr nedan daxuyanî bidin. Parlamenterên HDP’ê jî di nav de li avahiyan bendemayîna xwe didomînin.