Polîsên Tirk li Hevşaredarên Giyadînê da

Şifêrê meqamê Şaredariya Giyadinê Mehmet Hayrî Oruç ji aliyê polîsên ku li pêşiya avahiyê ve hate tacîz kirin. Hevşaredar Evren Demîr û Betul Yaşar ku mudaxeleyî rewşê kirin ji aliyê polîsan ve bi kelepçeya berevajî lêdan.

Polîsên Tirk li benda kontrolê ya ku li pêşiya ketina avahiya Şaredariya Giyadînê ava kiribûn şifêrê meqamê şaredariyê Mehmet Hayrî Orûç tacîz kirin. Hevşaredar Evren Demîr û Betûl Yaşar ku mudaxeleyî rewşê kirin ji aliyê polîsan ve kelepçeya berevajî û serdevkî hatin derb kirin. Hevşaredar Demîr rakirin nexweşxaneyê.

Polîsan bi coban li serê Hevşaredar Demîr xistin, piştre bi kelepçeya berevajî li erdê dan û pê lingan li hevşaredar dan. Dîsan bi coban li destê Hevşaredar Betul Yaşar dan. Piştî bûyerê polîsan dest danî li ser dîmenên li şaredariyê. Hevşaredar Evren Demîr ku rakirin nexweşxaneyê wiha got; “Li şifêrê me dan. Me jî destûr neda. Piştre li me jî dan. Em avêtin erdê û kelepçeya berevajî kirin û li me dan.”

Wekîla bajêr Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP’yî ku li avahiya şaredariyê bû axivî û wiha got; “Faşîsma AKP-MHP’ê ku di sindoqan de nekarîn îradeya gel serî li van hewldanan didin. Îro şaredarî kirine qereqol. Ji derveyî Kurdistanê bendên kontrolê li tu şaredariyek din nîne. Dema mirov dikevin şaredariyan lêgerin, heqaret û tacîz li wan nayê kirin. Lê li Kurdistanê pêkanînekî wiha ya taybet heye.

Bivê rêyê dixwazin peyamekê bidin gelê Kurd. Ev hewldana şkandina îradeyê ye. Hûn mudaxeleyî şifêrê hevşaredarên Giyadînê ku ji aliyê 70 ji sedî yê gelê Giyadînê ve hatine hilbijartin dkin. Hûn şifêr nas dikin, hûn dizanin bê navber li gel hevşaredar digere. Hûnê heqaret li şifêr bikin û piştre hevşaredarên ku mudaxeleyî rewşê dikin derb bikin. Piştre hêza teqwiyeyê dixwazin. Nêzî 40 polîsan dikevin avahiya şaredariyê. Hevşaredaran derb dikin, bi coban li hevşaredar Evren û Betûl dan, pê lingan li wan dixin û kelepçeya berevajî li wan dikin. Bi vê êrîşê re raste rast hevşaredar hedef hatine girtin.”

Her wiha Taşdemîr, diyar kir ku polîs ketine hundurê şaredariyê û dîmenên şaredariyê jî desteser kirine û got: "Ji polîs re dibêjim tu bi çi awayî hewl didî dest deynî ser dîmena. Dibêje, 'ferman a dozgeriyê ye.' Ez jê fermana dozgeriyê dixwazim dibêje, 'tenê daye min.' Ma fermaneke bi vî awayî mimkun e? Divê tu belgeyeke fermî bînî. divê tu destûrê ji hevşaredaran bigirî." 

Taşdemîr got li Kurdistanê bila qala ‘li gorî hiqûqê tevgerin’ neyê gotin û wiha domand; “Di rewşekî herî asayî de tundiyê li mirovan dikin, destgîr dikin û em bi têgihiştineî ya gefan re rû bi rû ne.”