Polîsên Tirk li fûareke li Dersimê dest danî ser du pirtûkan

Polîsên Tirk, di fûara pirtûkan a ji aliyê Şaredariyê Dersimê û YAYKOOP’ê ya li Dersimê hat lidarxistin de dest danî ser du pirtûkan.

Şaredariya Dersimê û Kooperatîfa Weşangeran (YAYKOOP) li Dersimê bi hev re fûara pirtûkan danî. Polîsên Tirk li ser fûarê de girt û dest danî li ser pirtûka ‘’İsyandan İnşaya Kurdistan Ozgurluk Hareketi’’ ya Weşanên Dîpnotê û pirtûka bi navê “Bir Başka Kandil“ ji Weşanxaneya Tekîn derçûyî.

Hinceta dest danîna ser pirtûka ‘’İsyandan İnşaya Kürdistan Özgürlük Hareketi’’ ew bû ku biryara berhevkirina pirtûkê hatiye dayîn. 

Lê hinceta berhevkirina pirtûka bi navê “Bir Başka Kandil“ nehat zanîn.