Polîsên Tirk li Amedê pê li kesekî kirin û ew qetil kirin

Polîsên Tirk ku dor li avahiya HDP'ê ya bajarê Amedê girtine, bi otobusa zirxî pê li kesekî bi navê Cîhan Can kirin û ew qetil kirin.

Polîsên Tirk ku ji 20'ê Mijdara 2018'an ve avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dorpêç kirine, bi wesayitê pê li Endezyarê Înşaetê Cîhan Can ê 33 salî kirin û ew qetil kirin. Wesayita polîsan ku di ser Bûlwara Tûrgût Ozal ber bi avahiya HDP'ê ya Amedê ve diçû pê li Can kir ku Can hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe.

Ji dîmenên mobese tê dîtin ku Can ê di bin wesayita hêzên polîsan de ma demeke dirêj xwe kaş kir. Lê belê polîsên ku dîtin li Can dan balkêşe ku ranewestiyan.

Li ser hişyariya mirovên li derdorê neçar ma ku bisekine. Hate ragihandin ku Can li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Polîsan bi lez û bez Can rakirin nexweşxaneyeke taybet a li bajêr. Piştre ji bo otopsiyê cenazeyê Can rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî.

Di dema karê otopsiyê de nexweşxane ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Malbat û xizmên Can ê bi bûyerê hesiyan berê xwe dan nexweşxaneyê. Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag, Nejdet Îpekyuz, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan û endamên HDP'ê çûn nexweşxaneyê.

Piştî karê otopsiyê tê payin ku cenazeyê Can li Goristana Yenîkoy a navçeya Baglarê ya Amedê bê veşartin.

Avahiya HDP'ê ya Amedê ji dema greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê, ji 20'ê Mijdara 2018'an û vir ve ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Piştî ku greva birçîbûnê bi dawî bû vê carê jî malbatên ku îdîa dikin zarokên wan şandin çiyê ji 3'ê Îlonê ve dest bi çalakiya rûniştinê kir û ji hingî ve jî avahiya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.